Milîsên KBDH'ê li dijî wesayitên polîs û leşkeran çalakî kir

Milîsên KBDH'ê ragihandin ku yekîneyên wan li dijî wesayitên polîs û leşkerên Tirk çalakî kirin.

Milîsên Şehîd Zîlan ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li dijî çeteyên AKP-MHP'ê çalakî kirin.

KBDH'ê derheqê çalakiyên ku yekîneyên wan kirî ragihand ku 27'ê Adarê bi şev li dijî polîsên Tirk ku li Taxa Cumhiriyetê ya Geverê dema ku dewriye diçûn bi teqemeniyê û çekan çalakî kirine, ziyan gihaştiye wesayita zirxî ya polîsan û polîsên di wesayitê de qutifiye û reviyaye.

Bi berdewamî hate ragihandin 28'ê Adarê saet 11:30'an li dijî konvoya leşkerî ya dagirker ku ji 20-30 wesayitî pêk hatî çalakiyeke bi molotofê hatiye kirin, ji nav konvoyê, ji wesayitek e'kirpî' leşker reviyane ku ketine wesayiteke dî, 2 tekerên wesayitê hatine şewitandin, ziyaneke mezin gihaştiye kamera, pergala çekê ya wesasiyta zirxî û leşkerên dagirker ên Tirk bi rasthatinî li derdorê reşadine.

Herî dawî hate diyarkirin 28'ê Adarê bi şev li dijî avahiya AKP'ê ya li ser Kolana Îpekyolu ya Geverê saet li derdora 22:00-23:00'an bi teqemeniya bi dest çalakî hatiye kirin.