Li Erziromê jinek hate kuştin

Li Erziromê jina bi navê Hatîce K. ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû hate kuştin.

Li navçeya Xoresana Erziromê Hatîce K., (32) ji aliyê hevjînê xwe Yûnûs K. (37) bi çekê hat birîndarkirin. Yûnûs K., bi heman çekê gule berda xwe û xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Hatîce K., a giran birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li vir jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Yûnûs K. jî li cihê bûyerê miriye. 

 STENBOL

Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê jî zilamê bi navê S.G., li naverasta kuçeyê tundiyê li jina bi navê F.T. kir. Xelkên derdorê li ser hawara jina rastî tundiyê hat derketin şaneşîn û paceyên malên xwe û ji bo tundiyê asteng bikin, pêlav û kulîlkdank avêtin zilam. Tevî vê yekê jî tundiyê dewam kir û hin welatî çûn cihê bûyerê û mudaxileyî zilam kirin û tundî asteng kirin. 

Êrişkar ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û ew birin qereqolê.