Stêrk: 4’ê Nîsanê mîladek e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk di Medya Haber TV’yê de pirsên Gulan Botan bersivand û got “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk di Medya Haber TV’yê de pirsên Gulan Botan bersivand û got “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku 4’ê Nîsanê tê wateya ku Kurdbûnê rûmet stendiye, nirxek stendiye û mafên xwe yên ruhî û gelî dîsa bi dest xistiye. Stêrk got “Ji bo Kurdan wekhevî û azadî dîsa ketiye rojevê. Di vî warî de gelekî girîng e.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk di Medya Haber TV’yê de pirsên Gulan Botan bersivand.
Stêrk derbarê Newroza sala 50’emîn diyar kir ku ev Newrozeke dîrokî bû û got “Ev Newroza sala 50’emîn a avabûna Rêber Apo bû. Li qadên Newrozê gelê me û dostên me helwesta xwe nîşan dan û ev helwest li gorî ya sala 50’emîn bû. Ev wekî Newroza Rêbertî hate pênasekirin û armanc ev bû ku ev tişt bibe Newroza Rêbertî, ev armanc pêk hat. Ez hemû gelê me û dostên me pîroz dikim. Di vê Newrozê de rejîma faşîst gelek astengî derxist holê, rê girt û nehişt ku gel were Newrozê. Gelek bendên Newrozê hatibû avakirin. Me di çapemeniyê de dît. Gelek kes hatin destgîrkirin. Li Amedê polîsan pergala deng û mîksera deng desteserkirin. Polîsan xwestine qîrîna li qadên Newrozê ya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ asteng bike. Lê ligel van tiştan nekarî vî dengî bide sekinandin. Ev deng ji kûr tê. Vî dengî 50 sal in xwe ava kiriye.
Gelo çi tiştî ev ruhê li qada Newrozan ava kir? Bê guman bi helwesta Rêbertî ya sala 50’emîn de têkoşînek kom bû û ev rastiya têkoşîneke cîddî ye, ev rastiya berxwedanekê ye. Vî ruhê ku mohra xwe li qadên Newrozê xist, ruhê vejînê yê 50 slaan e. Ev ruhê hebûnê. Ji bo Kurdan tê wateya ruhê vejînê. Ji her salan zêdetir, beşdariyeke zêde hebû. Li Amedê ligel ku gelek astengî hatin kirin jî milyonek kes tevlî Newrozê bûn.”
Stêrk bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ku di sala 2021’an de li Garê dabû destpêkirin û got “Gerîla derbeke xurt li wan da. Vî tiştî bandoreke neyînî li ser siyaseta hundir û derve ya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê da. Ji bo ku vî tiştî telafî bikin jî di 23’ê Nîsanê de êrişî Zap, Metîna û Avaşînê hate kirin. Armanca wan telafîkirina têkçûna li Garê bû. Lê li Metîna, Zap û Avaşînê rastî berxwedana mezin a gerîlayan hat. Li wir asê man, nekarîn bi pêş ve biçin.
Berxwedana dîrokî ya ku gerîla derxist holê li ser gelê me jî bandora xwe kir. Pêşengtî ji gelê me re kir. Gelê me dişopîne û ruh werdigire. Moral ji berxwedana gerîlayên çiyayên Kurdistanê distîne. Gelê me ruhê azadiyê, coş û moral ji gerîlayên berxwedêr stend. Berxwedana gerîla gelê me ji Newrozê re amadekir.”
ENCAMÊN PEYAMÊN GEL HENE
Gel li qadên Newrozê gelek peyam da. Ev ji her alî ve tên şîrovekirin û wê werin şîrovekirin jî. Em jî di nav xwe şîrove dikin. Li gorî me ev Newrozeke dîrokî û xurt bû. Di asta girseyî de gelê me li dora Rêbertî bûye xeleq. Hezkirin, xwedîlêderketin û biryardariya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dîsa danî holê. Gelê me peyam da ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên Tirk, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan peyamên yekîtiyê da. Peyama herî girîng ev bû ji bo esareta li ser Rêber Apo were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. Gelê me li qadên Newrozê bi gotinên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ ev tişt nîşan da. Peyama ‘Azadî ji Rêber Apo’ re gihişt cihê xwe, hemû dinyayê ev tişt dît.
4’Ê NÎSANÊ MÎLAD E
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike. 4’ê Nîsanê tê wateya ku Kurdbûnê rûmet stendiye, nirxek stendiye û mafên xwe yên ruhî û gelî dîsa bi dest xistiye. Ji ber vê gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî rojbûna xwe pîroz dike. Em jî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo wekî zayîna xwe dibînin. Dema ku Rêber Apo ji dayik dibe, Kurdbûn bêdeng bûye, li ser navê Kurdayetiyê tiştek nemaye û li Kurdistanê pel jî nalive. Serhildanên Kurdan hatine têkbirin, Kurdî û çanda Kurdî qedexe bûye. Kurdbûn bixwe bûye tişta ku xwe înkar dike. Di van salan de Rêber Apo nakokiya jiyana civakî û sosyolojîl dibîne. Di temenekî zû de nakokiya çînî û ziman dibîne. Rêbertî di bîranînên xwe de qala van tiştan kiriye. Rêber Apo hinek tiştên nakevin serê wî bi meleyê gund re par ve dike. Hinekan ji mamosteyê xwe re dibêje. Hinekan di şerê li dijî dayika xwe de datîne holê. Ew dibîne ku zimanê li malê cihê ye, yê dibistanê cihê ye. Rêber Apo li hemberî vê siyaseta Tirkkirinê , înkarê qebûl nake û li hemberî vî tiştî serî hildide. Li hemberî avadaniyên feodal ên gund şer dike. Nîşanên helwesta Rêbertî di zaroktiya wî de xwe didin der.
Di dema zanîngehê de dikeve nav şoreşgeran. Piştî Kizildereyê tê girtin û 7 mehan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdiekve 7 mehan tevî Hakî û Kemal zivistanekê derbas dikin. Di vir de lêkûrbûnek pê re çêdibe. Ev tişt ji bo helwesta wî ya Rêbertî dibe zemîn. Ji ber vê em dikarin bibêjin ku 4’ê Nîsanê ji bo mizgîniya zayîna Kurdbûnê ye.
Zayîna Rêber Apo dibe nîşaney destpêkirina pêvajoya netewebûna gelê Kurd. Em dikarin bibêjin ku ev meşeke dîrokî ye. meşa Rêber Apo dibe meşa gelekî jî. Ev dibe meşa dîrokî ya gelê Kurd û civaka gelê Kurd. Ev meşa ber bi azadî, demokrasî û wekheviyê ye. 4’ê Nîsanê destpêka vî tiştî ye. Ev di heman demê de veîna gelên Rojhilata Navîn û ya bîr û baweriyan jî bi xwe re tîne. Enerjiyeke potansiyel a wisa jî heye.”
Zilar Stêrk diyar kir ku naskirian fikra azadiyê ya jinan jî li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêk hatiye û got “Bi saya pêşengiya Rêber Apo rastiya têkoşîn û rêxistinkirina jinan dest pê kir. Ji ber vê em jinên Kurd me bi Rêber Apo re têkiliyeke naqete ava kiriye. Di sala 2000’an de di Kongreya Azadiya Jinan a 3’emîn de ku em ji PJKK derbaî PJAyê bûn pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê dest pê kir. Îradeya jinên azad ev biryar dan. Ji ber vê ev çalakiyeke jinan e.”
Stêrk diyar kir fikra jinên azad a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye bandorê li ser jinên Rojhilata Navîn jî dike û jinan perwerde dike û wan radike ser pêyan. Têkoşîna jinên Kurd a ku geş dibe, bandorê li ser têkoşîna jinên cîhanê jî dike. Têkoşîna jinên azad a Kurdistanê tevkariyên mezin li tevgera demokrasiyê ya dinyayê û têkoşîna wê dike.
Dayika Uveyş a ku Rêber Apo aniye dinyayê jî di 11’ê Nîsanê de rehmet kiriye. Bi vê wesîleyê ez wê jî bi hurmet bi bîr tînim.”