Li Kurdistanê tundiya hêzên çekdar ên dewletê - II
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya tundiya biunfîromayê û êrîşên zayendî yên li Kurdistanê berê wê ne tenê li ser zayendiya jinê lê her wiha li ser nasnameya netewî ye jî.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya tundiya biunfîromayê û êrîşên zayendî yên li Kurdistanê berê wê ne tenê li ser zayendiya jinê lê her wiha li ser nasnameya netewî ye jî.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir behremenidya xwe-berevaniyê ya civakê çandek e û got, ''Veguhaztina çanda me ya ber bi dahatuyê xwe-berevaniya me ya herî girîng e; ev me li ser cem hev dihêle. Hilgirê vê çandê jin in.''
Kaya li ser daneyên sala dawî ya tundia biunîforma û êrîşên zayendî yên li Kurdistanê, diyar kir li nav civakê behremeniya xwe-berevaniyê ya jinan hatiye qeslkirin, dewleta Tirk ji ber vê rewşê polîtîkayê manîpulekirinê pir zêde dike û got ev polîtâ li mizgefan bi mêrên wir didin guhdarîkirin.
Kaya bal kişande ser ku weazên ku li mizgefan lê guhdarî dikin mêr bi xwe re dibin nav malê û got, ''Ev dibistan, piştî malan li dibistanan têne berbelavkirin. Ango pêşî zemîna hişmendiya manupîlatîf tê hazirkirin û piştre polîtîkayên derbarê vê têne bicihanîn. Behremeniya xwe-berevaniyê ya civakê çand e .Xwe-berevaniya me ya herî girîng e ku em çanda xwe bigihînin paşerojê, ya ku me li cem hev digire ev e. Hilgirê vê çandê jin in. Dema ku mirov bi dêhndarî dinere, li ser mijara veguhaztina ber destê nifşên nû hêmana herî sereke ne.''
Kaya destnîşan kir civak tenê tundiya fizîkî, ya li ber çav û rasterast dibîn û bertekê dide û got,''Civak pir zû refleksê nîşan dide; her wiha ev refleks carinan dikarin zû bitefiin jî. Ji ber ku tim derb li bîra wê ya xwepêşxistinê û xwedîderketinaa li nirxên xwe dixin. Her ku diçe hewl tê dayin ku civak ji pêşeroj, bîr û nirxên wê were dûrxistin. Ev jî nîşan dide ku xweberevaniya civakî û ya girîng a jinan kêm bibe. Îro dema ku mirov dinere jin dema ku berevaniyê li xwe dikin jî pir dudilî ne. Ji ber ku li dijî vê gelek tişt hatine kirin. Lê em xweprastinê ne tenê bi rengê fizîkî pênase dikin. Xwe-berevanî bi rengê xwepêşxistin, xwepihêtkirin û hayjixweçêbûnê, veguherandina vê û berbelavkirina vê ya li ser hine dî, tiştekî pir zindî û jiyanî ye. Heyf, ji hêla civakî ve hêlên me yên qels hene. Bi min divê em xebatên xwe yên ji vî alî ve zêdetir bikin.''
Kaya bi berdewamî diyar kir di navbeyna salên 2013-2015'an de handîqaba 'pêvajoya diyalogê' hebû û got, ''Gelek malbat û kesan li ser zemîneke wiha, hêviyeke wiha bi wan re çêdibe ku wê jiyaneke rehet bidomînin .J iber vê jî zarokên xwe û xwe li derî polîtîkayê pênase dikin. Hewl dide ku xwe li derî tundiyê deyne. Lê di vê rewşê de tundiya pergalî li ser wan û zarokan dibe. A rast mirov nikare xwe ji tudiyê xilas bike, divê mirov vê biîne, xwedî li bîr, nasname û tiştên ku ji dest dayî derkeve.''
Kaya diyar kir, dema ku ew ji aliyê gelê Kurd ve dinerin êrîş bi temamî li ser nasnameyê ne û got, ''Ya li ser jinana jî vê dibêje. Civakeke wiha heye ku hema hema ev sed sal in serê xwe natewîne ji nirxên xwe naqere, çanda xwe didomîne, dev ji zimanê xwe naqere. Helbet, rehetiyek jî heye, divê mirov xwe ji vê pak bikke û ji bo ku civak dîsa zindî bibe tevbigere. Pir girîng e ku mirov bike ku mirov hay ji xwe hebe. Tundî hingî wiha zêde ye, mirov hay ji vê jî namînin. Divê civak bibîne dema ku kesek biunîforma tundiyê li ser jineke ciwan dike, ev êrîşa li ser nasnameyê ye. Gelek kes hay ji vê nîne. An jî ew jina ku ev tundî lê tê kirin divê vê bibîne.''
Kaya anî ser zimên, tundiya biunîfîroma weke êrîşeke zayendî tê fêhmkirin û wiha lê tê nerîn ku ev êriş tenê li ser jinê ye û got, ''Ji bo ku hûn parçeyek ji vê xakê, ji vê cografyayê û ji vî gelî ne ev tundî tê kirin. Dema ku bi vê dernaixin jî ji ber tişta ku jiyane şerm dikin. Gelek rûdan ji ber vê şermê veşartî dimînin. Ji ber vê, girîng e ku mirov vê tundiyê bide nîşandan. Dîtbarkirin ne bi rengê hilbijartina tundiyê, bi rengê li gorî armancê, bi vegotina ji civakê re divê were kirin. Îsal yek ji hedefa me ya herî mezin ev bû û me hewl da ku bi jinan bididin fêhmkirin tişta ku dijîn tundî ye. Dema ku em bi jinan re diaxivîn, jin êdî tundiya fizîkî û hîsî pir zelal dibêjin. Dema ku em diçin taxan, gundan, malan êdî tundiyê dikarin pênase bikin. Mînak êdî dizanin hejarî tundiyeke aborî ye. Mirov divê vê tundiya psîkolojî jî, ku bi polîtîkayên şerê taybet tê kirin jî vebêje. Dikarim bibêjim bi rehetî em dikarin vê bikin jî. Civakeke wiha li ber me ye ku pir cihê ye, qet serê xwe natewîne û dev ji nirxên xwe naqere.''