CFWIJ: Di Adarê de li ser 10 jinên rojnameger şîddet hate kirin
Koalîsyona Jinan a Rojnamevaniyê (CFWIJ) diyar kir ku di meha Adarê de li ser 10 jinên rojnameger şîddet hatiye kirin.
Koalîsyona Jinan a Rojnamevaniyê (CFWIJ) diyar kir ku di meha Adarê de li ser 10 jinên rojnameger şîddet hatiye kirin.
Li gorî rapora meha Adarê ya CFWIJ’ê bi rêya darazê rojnameger tên tacîzkirin û li Tirkiyeyê 9 jinên rojnameger, ji ber sûcdariyên li wan hatine kirin, derketine pêşberî dadgehê.
Di raporê de ev xal derketin pêş “
Bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ du sal û meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sede Kabaş hate birîn. Di heman demê de parvekirinên li ser medyaya civakî ya rojnameger Sûltan Eylem Keleş wekî hincet hatin nîşandan û bi sûcdariya ‘heqaret li serokkomar kiriye’ salek û du meh û 17 roj cezayê girtîgê lê hate birîn. Derbarê edîtora Jinnewsê Bêrîtan Canozer hesabekî medyaya civakî ya ku ne aîdî wê ye hincet hate nîşandan û bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ tê xwestin pênc salan lê were birîn.”