Li Kurdistanê tundiya hêzên çekdar ên dewletê – I
Li gel qirkirina siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê, yek ji polîtîkayên qirkirina civakî, tundî û destavêtina hêzên çekdar ên dewleta Tirk li jinên Kurd e. Ev tundî û êriş dewam dikin.
Li gel qirkirina siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê, yek ji polîtîkayên qirkirina civakî, tundî û destavêtina hêzên çekdar ên dewleta Tirk li jinên Kurd e. Ev tundî û êriş dewam dikin.
Dewleta Tirk ku li Kurdistanê dixwaze dejenerasyona civakî bike, giraniyê dide ser polîtîkayên qirêj û şerê taybet.
Dewleta Tirk ku di berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê îdeolojîk ve têk çû, asîmîlasyona çandî û polîtîkayên dejenerekirina exlaqî li Bakurê Kurdistanê ji nû ve xiste meriyetê.
Leşker, polîs, cerdevan, bekçî, gardiyan û gelek wezîfedarên dewletê yên bi unîforma, bi taybetî ciwanên Kurd dikişînin nava çirava fûhûş û narkotîkê, bi soza 'eşq, hezkirin, zewacê jî' hewl didin jin ên ciwan têk bibin.
Li gorî rapora Tevgera Jinên Azad (TJA) ku sala 2021'ê amade kir, di nava salê de hêzên dewletê dest avêtin 75 jinan û tundî li wan kirin.
Hêzên bi unîforma ku li Kurdistanê jin ên ciwan bi rêya medya dîjîtal dişopîne û destdirêjiyê wan dike, dema ku bersivekê nagirin hingî gefê li jinan dixwin ku wê ji malbatên wan re bêjin û bi zorê neçarî têkilîdanînê dikin. Ev polîtîkayên şerê qirêj ku li herêmên şer li dijî jin û zarokan têne meşandin, li Kurdistanê ji salên 1990'î û vir ve dewam dike. Tevî ku ev hemû li pêş çavên raya giştî ye, sûcdar bê ceza têne hiştin. Ev yek jî nîşan dide ku pratîka şerê taybet e.
TECAWIZKARÊN BI UNÎFORMA YÊN DEWLETÊ
Çawişê pispor Mûsa Orhan li ser medya dîjîtal Îpek Er a 18 salî nas kir û dest bi êrişên destdirêjiyê kir. Piştî ku Orhan dest avêt Er, jin a ciwan dawî li jiyana xwe anî. Beriya ku dawî li jiyana xwe bîne nameyek li pey xwe hişt û bi berfirehî qala êrişa destavêtinê kir. Li hemberî kiryar Mûsa Orhan ku 20 rojan Er desteser kir, bi sûcdariya 'êrişa zayendî ya giran' lêpirsîn hate destpêkiirn. 17'ê Hezîranê ji aliyê dadgehê ve bi şertê 'kontrola edlî' hate berdan. Mûsa Orhan ku li dadgehê îfadeyên nakok da, ji ber nerazîbûna raya giştî wezîfeya wî hate betalkirin. Parêzerê Mûsa Orhan jî di rûniştina dadgehê de bavê Îpek Er sûcdar kir ku 'xwedî li keça xwe derneketiye'.
MIRINA BI 'GUMAN' A MERVE A.
Li taxa Ûlûbagê ya Çewlikê jin a bi navê Merve A. ya 18 salî 31'ê Çileya 2021'ê li pansiyoneke rojane kirêkirî bi 'gumanbarî' mirî hatre dîtin. Her çend hate îdîakirin ku Merve xwe kuştiye, beriya jiyana xwe ji dest bide li metka xwe geriya û got, ew bi çawişekî pispor re reviya ye û wê biçin Manîsayê. Piştî ku malbata Merve A. nekarî xwe bigihîne wê li polîsan geriya û îlana winda bûye da. Tevî ku li ber destê emniyetê dîmenê Merve A. ku dema kete hundirê pansiyonê hebû, agahî ji malbata wê re nehate dayin. Hate îdîakirin ku Merve A. piştî demeke kurt vegeriya gel malbata xwe, dawî li jiyana xwe aniye. Mirina Merve A. bi gumanbarî ma.
ZEXTA ZEWACÊ LÊ HATE KIRIN Û HATE KUŞTIN
Cerdevan Aslan Karakaş 4'ê Sibata 2021'ê li navçeya Bismilê ya Amedê zext li xizma xwe Emîne Karakaş a 16 salî kir ku pê re bizewice, ji ber ku qebûl nekir, bi çekê qetil kir. Malbata Karakaş piştî kuştina keça wan neçar ma ji Amedê koçî Îzmîrê bike.
KIRYAR ÎTIRAFKARÊ JÎTEM'Ê YE
Li navçeya Egîlê ya Amedê, sercerdevan û îtirafkarê JÎTEM'ê Mûrat Îpek, Aleyna Avci ya 21 salî bi çekê bi giranî birîndar kir. Kiryar piştî bûyerê li jendermeyan îfade da û bi îdîaya ku delîlekî şênber nîne dosya hate girtin.
DESTAVÊTINA CERDEVANAN
Cerdevan H.B. û R.Ç. ku li navçeya Stewr a Mêrdînê dest avêtin jinekê, li ser giliyê jin a mexdûr hatin destgîrkirin. Lê belê piştî îfadeya li jendermeyan bi fermana dozgeriyê hatin berdan.
ZILMA ÇAWIŞÊ PISPOR Û BIRAYÊ WÎ
Li navçeya Hezro ya Êlihê, Zeynep Sevîm ji mêrê pê re zewicî û birayê wî yê çawişê pispor êşkence dît, gef lê hate xwarin. Çawişê pispor avêt ser mala Sevîm û got, 'Em hatine li vê derê xwînê birijînin, dewlet em in' gef xwar, lê hate berdan. Li gorî nûçeya Jinnewsê, Zeynep du caran mal terikand û çû mala malbata xwe. Herdu caran jî Samet Aktaş ê pê re zewicî lêborîn jê xwest û ew bir mala xwe. Li kadînê dest û lingê wê girê dan. Zeynep piştre rêyek dît û careke din reviya. Samet Aktaş û birayê wî Cevat Aktaş ê li Fermandariya Qereqola Tavşanli ya Kutahayyê çawişê pispor e, her wiha bavê wan gelek caran bi telefonê li malbata Zeynep geriyan, gefa kuştinê li wan xwarin û gelek caran avêtin ser mala wan.
NERAZÎBÛNA GEL PÊŞÎ LI KOMKUJIYEKÊ GIRT
Li Dersimê du çawişên pispor 20'ê Gulana 2021'ê bi îdîaya 'bombeya zindî ye' çek da serê jin a bi navê Fîdan Yildirim û lê dan. Piştî ku çawişên pispor gule berdan hewayê bi sedan kes li cihê bûyerê kom bûn, nerazîbûn nîşan dan û li ser vê yekê Fîdan Yildirim hate berdan. Têkildarî çawişên pispor lêpirsîn hate destpêkirin, lê belê nehatin cezakirin.
PARÇEYEK JI ŞERÊ TAYBET E
Zêdebûna tundiya li jinê ya li Kurdistanê, parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinê ye. Li Tirkiyeyê hewl didin ku 'jin a maqûl' bi afirînin, li urdistanê jî dewleta Tirk şer li ser bedena jinê dimeşîne. Destdirêjî, destavêtin ku yek ji rêbazên herî kevn ê şerê taybet e ji salên 1990'î û vir ve desthilatdarî kî dibe bila bibe hate meşandin. Tundî li jinan hate kirin, li naverastê hatin kuştin, destdirêjî li jinan hate kirin, dewletê ne jin lê belê her tim kiryar û sûcdar parast.
Sibe: Nirxandinên Adalet Kaya ya ji Komeleya Jinê ya Rosa li ser tundî û destavêtina kesên bi unîforma.