Li Şengalê jinên Ereb ji bo 4’ê Nîsanê şitlên daran çandin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku TAJÊ’ê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan organîzekirî de îro li gundê Hesewîkê ku Ereb in de şitlên daran hatin çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.

Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelek çalakî û semîner tên lidar xistin. Di vê çerçoveyê de îro li gundê Hesewîk ya herêma Ereban ku dikeve ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê şitlên daran hatin çandin.

Bi qasî 80 şitlên darên zeytûn û heneran ji aliyê jinên Ereb ve hatin çandin. Jinên ku dar diçandin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kirin û hêvî û daxwezên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 4’ê Nîsanê û bi armanca ji nû ve avakirina Şengalê bi hezaran şitlên daran li Şengal û gundewarên wê hatin belev kirin.