Zanistiya jinê Jineolojî di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate birêxistinkirin. Ji akademiyan heta bi karên hevpar ên li her qadê îro bandorê li her sazî û qada jiyanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
SÎSTEMA PERWERDEYÊ
Jineolojî bi perspektîfa akademî karên xwe dimeşîne. Car carna li gorî pêwîstiyan, dewreyên akademiyê yên ji hefteyekê heta mehekê pêk tîne. Tevî vê yekê li hemû akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dersa Jineolojiyê tê dayin. Perwerdekarên van dersan jî ji aliyê Jineolojiyê ve têne gihandin. Materyalên di dersan de bêne bikaranîn ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve têne amadekirin.
Li Zanîngeha Rojava di bin sîwana Fakulteya Wêje û Zanistiya Civakî de ji sala 2017'an û vir ve perwerdeya Beşa Jineolojiyê tê dayin. Perwerdeya lîsansê du salan dewam dike. Dema ku binesaziya pêwîst amade bû, tê xwestin ku sala 2023'an ev beş bibe fakulte. Li hemû beşên zanîngehên Rojava, Kobanê û Şarkê (Tip, Zanistiyên Civakî, Fakulteyên Perwerdeyê, Endezyariya Zîreetê, Endezyariya Petrolê, Çapemenî û hwd.) Jineolojî jî weke dersekê tê dayin.
Dersa Jineolojiyê li lîseyê jî ji sala 2016'an ve tê dayin. Bi zarokan re li ser rojên çîrokan kar tê kirin.
NAVENDÊN JINEOLOJIYÊ
Li Dêrik, Hesekê, Kobanê, Minbic, Tebqa, Efrîn-Şehba û Helebê 7 navendên Jineolojiyê hene.
Bi Tevgera Ciwanan re kampên Xwebûnê, bi Komîteya Aboriyê re atolyeyên aboriyê, bi Kongreya Îslamê ya Demokratîk re nîqaş û atolyeyên hevpar, li qadên çand, tenduristî, dîplomasî û perwerdeyê jî nîqaşên hevpar, atolye, lêkolîn û xebatên hwd. têne meşandin.
BERHEMÊN JINEOLOJIYÊ
Bi Kurdî û Erebî berhemên; Destpêk ji bo Jineolojiyê, broşura danasîna Jineolojiyê bi Erebî, danheviyên Jineolojiyê bi Erebî û Kurdî, Hejmara Taybet a Kovara Jineolojiyê bi Erebî, Paşeroj û Bingehên Dîrokî yên Şoreşa Jinê bi Kurdî hatine amadekirin. Her wiha gelek raporên pêşkêşî saziyên pêwendîdar, nivîsên ji bo saziyên çapemeniyê, kovar û malperên înternetê hene ku hînê nebûne pirtûk. Bi Kurdî, Îngilîzî, Erebî, Spanî, Elmanî û Îtalyanî li ser Şoreşa Jinê ya Rojava pirtûk û xebatên lêkolînê di bin sîwana Akademiya Jineolojiyê de têne amadekirin û weşandin.
ENSTÎTUYA ANDREA WOLF
Enstîtuya Andrea Wolf sala 2019'an ava bû. Bi armanca birêxistinkirina jinên enternasyonal, analîzkirina civakên Ewropa û Rojava û xurtkirina têkiliyên heyî hate damezrandin. Li Enstîtuyê jinên enternasyonal li ser Jineolojiyê, zanistiyên civakî lêkolînan dikin.
GUNDÊ JINWAR
Gundê Jinwar 10'ê Adara 2017'an ava bû û 25'ê Mijdara 2018'an temam bû. Li Gundê Jinwar ku jinan bi destê xwe ava kirin, jiyanek li ser bingeha aboriya ekolojîk, civaka bi tenduristiyeke baş, piştevaniya jinê, jiyaneke hevpar û azad ava bû. Gundê Jinwar li rojavayê Dirbêsiyê ye. Li Jinwar ku 30 xaniyên ji axê hatine çêkirin, 6'ê Kanûna 2018'an Meclîsa Jinwar hate avakirin. Li Gundê Jinwar Akademiya Jinwar, Dibistana Bingehîn a Uveyş, Fİrna Aşnan, Dikana Jinwar, Şîfa Jin û Çîftlîk hene.
XWENASKIRIN
Berdevka Jineolojiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hena Davûd got, "Akademî li ser pêwîstiya bi Jineolojiyê, dîroka Jineolojiyê û mijarên girîng ên bi vî rengî lêkolînan dike û digihîne gel. Taybetmendiya civakî ya gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Asûrî, taybetmendiyên jinan ên li nava van gelan, pirsgirêkên jinan, pêşketina jinan têne nirxandin. Rê û rêbazên pêşvebirinê yên jinan, nêzîkatiya jinan li rastiya Jineolojiyê têne nîqaşkirin. Bi giranî li ser wê yekê tê rawestîn ku ji aliyê zanistî ve xwe binirxîne û bi nêrîneke sosyolojîk xwe nas bike."
TAYBETMENDIYÊN COGRAFÎK
Hena Davûd anî ziman ku wan xwe li 7 navendan bi rêxistin kirine û wiha dewam kir, "Her navend li gorî taybetmendiyên gel û rewşa bingehîn a civakê xwe bi rêxistin dike. Lê belê her navend bi nêrîna jinê li bûyeran dinihêre. Navendên li Reqa, Tebqa û Minbicê bi giranî ji pêkhateya Ereb pêk tê. Taybetmendiyên gelê Ereb, kevneşopiyên wan li ber çavan têne girtin. Pirsgirêkên jinan weke hev e, lê belê li gorî gelan kêm jî be hinek cudahiyên xwe hene. Jineolojî bi rengekî hesas nêzî van cudahiyan dibe.
Mînak; bandora eşîr û ol li ser jinên Ereb çi ye, jin çawa hatine dorpêçkirin û çareserî ji vê yekê re çawa dikare bê peydakirin? Di nava lêgerîna vê yekê de ye. Li navendên xwe yên ku piraniya şêniyên wan herêman Ereb in em giraniyê didin ser perwerdeya jinê. Pirsa 'Jinên Ereb bi giranî di kîjan mijaran de zor û zehmetiyê dikişînin?' teqez tê pirsîn. Jinên Ereb divê xwe çawa binirxîne, divê xwe çawa pênase bike, jinan li ku winda kir, yên winda kir çawa dikare bi dest bixe, çawa dikare xwe îfade bike û psîkolojiya jinên Ereb di çarçoveyeke berfireh de tê nirxandin."
BANDORA JINEOLOJIYÊ LI SÛRIYEYÊ
Hena Davûd diyar kir ku li gorî derfetên xwe ew hewl didin xwe bigihînin hemû jinên li Sûriyeyê û got, "Jineolojî li Sûriyeyê jî bi bandor e. Bi jinên ku li herêmên Sûriyeyê çalak in têkiliyên me hene. Bi taybetî li Şam, Heleb û Suveydayê têkiliyên me xurt e. Li Sûriyeyê girîng e ku sosyolojî û psîkolojiya jinê bê fêhmkirin, çareserî bê peydakirin, ji ber ku Jineolojî dixwaze xwe bigihîne cîhanê."
PANEL Û SEMÎNER
Hena Davûd destnîşan kir ku ew girîngiyê didin panel û semîneran û got, "Gelekî girîng e ku zemînê nîqaşê bê afirandin. Armanca me ya destpêkê ew e ku ji jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û Suryanî re qala wateya Jineolojiyê bikin. Bêguman dema em vê vedibêjin, her wiha hewl didin rastiya jinê bidin fêhmkirin. Jinan dîroka xwe ya winda careke din dît, nas kir û bi vê yekê re encamên mezin bi dest xist. Encamên gelekî mezin ji van perwerdeyan wergirtin."
HER NAVEND XWE BIRÊXISTIN DIKE
Hena Davûd got, "Her navend xwe bi rêxistin dike. Her navend xwedî însiyatîfa rêxistinbûnê ye û her navendeke me xwedî sîstemeke perwerde, dîplomasî, aborî, tenduristî, çapemenî û arşîvê ye." Hena Davûd wiha dewam kir, "Jineolojî bi taybetî balê dikişîne ser dîplomasiyê û hewl dide bajar bi bajar xwe bigihîne jinan. Têkiliyên me bi rêxistiniyên jinan ên li nava Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Ji bo me gelekî girîng e ku bi rêxistinên jinan ên xwedî nêrînên cuda ne têkiliyê çêbikin. Li zanîngeh û dibistanan jî dersên Jineolojiyê hene, fakulte hene. Jin û mêr gelekî balê didin ser Beşa Jineolojiyê. Beşa ku berê li fakulteyekê hebû niha li her fakulteyê heye."