Jinên Efgan qedexeya dibistanê şermezar kirin

Jinên Efgan daketin kolanan û li dijî qedexeya girtina dibistanan a ji aliyê Talîbanê li ber Wezareta Perwerdê xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.

Çend roj piştî ku rêveberiya Talîbanê dibistanên amadeyî ji bo keçan heta daxuyaniyeke din girt, bi dehan keç û jin li paytext Kabolê li ber Wezareta Perwerdeyê xwepêşandan li dar xistin û rêveberiya Talîbanê ku soza xwendina bilind dabû keçan bi wê yekê tometbar kirin ku soza xwe bicîh nayîne.

Li seranserê Efganistanê, bi hezaran keç roja Çarşemê roja ku wezareta perwerdeyê ji bo ji nû ve destpêkirina dersan ji bo keçên ji her temenî destnîşan kiribû herikîn saziyên perwerdeyê. Lê çend saet beriya roja destpêkê, wezaretê ragihand ku wan guhertinek di polîtîkayê de çêkirine.

Roja Înê, Dewletên Yekbûyî danûstandinên bi Talîbanê re li Qeterê ku biryar bû mijarên sereke yên aborî çareser bikin, piştî biryara komê ya girtina dibistanan hevdîtin betal kir.

Ev biryara ku Talîbanê heta niha eşkere nekiriye, tê wateya ku keçên ji pola şeşan jortir nikarin biçin dibistanê.

Talîbanê piştî desteserkirina dramatîk a Efganistanê ya di Tebaxa sala borî de di yekemîn civîna xwe ya çapemeniyê de soza parastina mafên jinan û azadiya çapemeniyê dabû.

Roja Şemiyê, xwepêşanderan li meydana bajêr a Kabolê kom bûn, hinekan pirtûkên dibistanê hildabûn û  dirûşmeya “Dibistanan vekin! Edalet, edalet!” berz kirin.

Jinên xwepêşander ku pankartên li ser hatibûn nivîsandin, "Perwerde ne planeke siyasî ye, mafê me yê bingehîn e" hilgirtibûn, dema ku hêzên Talîbanê hatin cihê çalakiyê belav bûn.