Jinên girtî yên li Sîncanê ji ber pîrozkirina Newrozê ketin ber lêpirsînê
10 jinên ku ji ber 'Doza Kobanê' li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dîlgirtî ne, bi hinceta ku Newroz pîroz kirine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
10 jinên ku ji ber 'Doza Kobanê' li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dîlgirtî ne, bi hinceta ku Newroz pîroz kirine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
Girtiyên jin ku siyasetmedar jî di nav de hene, bi hinceta ku 'Newroz pîroz kirine' ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
Hate ragihandin ku jinên dîlgirtî yên lêpirsîn li dijî wan hatiye destpêkirin Sîdar Varlû, Alev Yarar, Rozerîn Kûrt, Sariye Taşkesen, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî, Bîrcan Yorûlmaz û Pervîn Odûncû ne.
Li gorî agahiyan, di 23'ê Adarê de nivîs ji girtiyan re hatiye şandin ku parastina xwe bikin. Di ewraqa lêpirsînê de şewitandina kaxiz û parçeyên rojnameyê, stranên bi Kurdî li dora êgir, gerandina govendê û tilîlî weke hincet ji bo lêpirsînê hatin nîşandan.