Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin

Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, 2 çalakiyên cuda lidar xistine û di encamê de 3 wesayît dane ber agir.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Milîsên Tekîn Goyî yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, 2 çalakî lidar xistine.

Li gorî daxuyaniya milîsan, roja 26’ê Kanûnê di saetên siharê de 2 wesayîtên li parka AVM a sîteya Selenium Park a li Stenbol/Yenîbosnayê hatine şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakiya duyemîn li navçeya Esenyûrt a Stenbolê hatiye kirin û hat ragihandin ku wesayîteke luks a li pêşberî Parka AVM a Mall of Stenbol dane ber agir.