JIN
Hemû Nûçe
-
YRJ'ê nerazîbûn nîşanî komkujiya dewleta Tirk da
Yekîtiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina xebatkarên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Em ê sûcên dewleta Tirk her teşhîr bikin." -
Destavêtina bi destê cerdevanan polîtîkaya şer e
Li Wanê destavêtin û destdirêjiya ku cerdevan li jinan dikin, bêceza têne hiştin. Di 6 bûyerên destavêtinê de tenê cerdevanek hate cezakirin, cerdevanên mayî jî piştî ku demeke kurt girtî man, hatin berdan. -
‘Nameyên ku me şandin baro û komeleyan, hatin desteserkirin’
Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ragihand ku nameyên ku wan şandin komele û baroyan hatin desteserkirin û bang li raya giştî kir. -
Li Îranê hîcaba mecbûrî hat erêkirin
Pêşnûmeya qanûnî ya li ser hîcaba mecbûrî ya li Îranê ji aliyê Komîsyona Meclîsê ve hate erêkirin. Li gorî qanûnê, jinên ku hîcabê nedin serê xwe, wê werin cezakirin û girtin. -
Talîbanê avêt ser malên jinan: 8 jin hatin girtin
8 jinên ku li hemberî Talîbanê li ber xwe didin, di serdegirtina malan de hatin girtin. -
Şertê girtina serê xwe li Îranê hat erêkirin
Salek piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, komîsyoneke parlamentoya Îranê heşkkirina şertê girtina serê xwe erê kir. Bi qanûna nû ya girtina serê xwe, yên qanûnê binpê bikin wê bi cezayên girantir bên cezakirin. -
Jinên ciwan ên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Reqayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. -
Encamnameya Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan eşkere bû
Di Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a Navneteweyî ya li Beyrûtê de biryar hat girtin ku kongreya jinan ya herêmî were lidarxistin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavên stratejîk bên avêtin. -
Di konferansa Beyrûtê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bang kirin
Di rûniştina sêyemîn a Kongreya Tecrûbeyên Tevgerên Jinan ya Navneteweyî de peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. -
‘Pergala hevserokatiyê siyasetê demokratîk dike’
Di konferansa li Beyrûtê de ku tecrûbeyên jinên Kurd hat nîqaşkirin, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê ya di demokratîkbûna siyasetê de. -
Jin di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de hatin ba hev
Di konferansa navneteweyî ya li Beyrûtê de bandorên şer û dewletê yên li ser jinan hate nîqaşkirin. -
Jinan tayînkirina qeyûman protesto kir: Dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” belavî hemû cîhanê bûye
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê ku di salvegera tayinkirina qeyûman de daxuyanî da, bal kişand ser tekoşînê û destnîşan kir ku ew ê dest ji tekoşîna xwe bernadin. -
Rojnamevan Nazila Maroofian dîsa hat girtin
Rojnamevan Nazila Maroofian ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re hevpeyvîn kiribû, cara sêyemîn hate girtin. -
Rojnamevan Nazîla Marufîan a li Îranê hatibû girtin serbest hate berdan
Rojnamevan Nazîla Marûfîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû qetilkirin, hatibû girtin serbest hate berdan. -
Parlementera Partiya Çepên Kesk: Çavkaniya tundiyê AKP ye
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, êrişa hovane ya li dijî Dîlber Alinak a 80 salî şermezar kir û diyar kir ku çavkaniya tundiya li ser jinê AKP ye. -
Li Qersê mirina bi guman a jinekê
Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê jina ciwan a bi navê K.A (27) bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Li Aachenê forûma ‘Divê mirov çawa bijî’ hat çêkirin
Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst, bi pey bersiva pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’’ ketin û xeta xwe ya birêxistinbûn û têkoşînê diyar kir. -
Konferansa pêkhateyên jinan a li Silêmaniyê qediya: Encamnameya konferansê hate eşkerekirin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê konferansa bi pêşengtiya TAJÊ û tevlebûna jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî hat lidarxistin, qediya. Encamnameya konferansê hat eşkerekirin. -
Konferansa Jinan a pêkhateyan dest pê kir
Li bajarê Silêmaniyê Konferansa jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesîhî bi pêşengiya TAJÊ dest pê kir. -
KBDH: Em dikarin bi xweparastin û tevgera jinê ya milîtan pergala baviksalarî hilweşînin
KBDH’ê got, “Li hemberî polîtîkayên li dijî jinan pêwîstî bi xurtkirina têkoşîn, xweparastin û rêxistiniyê heye. Tenê bi avakirina tevgera jinê ya milîtan em dikarin pergala baviksalarî hilweşînin.” -
YJŞ: Xweparastin ji bo jinan hemûyan pêwîstî ye
YJŞ'ê piştgirî da kampanya KJK'ê ya ji bo jinên Êzidî û Afgan û diyar kir ku wê berxwedan û rêxistiniya xwe hîn mezin bikin. YJŞ'ê got, "Xurtkirina xweparastinê ji bo jinan hemûyan pêwîstî ye." -
Jin xwedî çanda 'Kiras û Fîstan' derdikevin
Jinên li Colemêrgê xwedî li çanda Kiras-Fîstan derdikevin. -
Li Şehbayê bi boneya piştevaniya bi jinên Şengal û Efgan re meş hat lidarxistin
Kongra Star û Yekitiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê bi boneya piştevaniya bi jinên Şengalê û Efgan re bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” li Şehbayê meşek girseyî li dar xist. -
KJAR wê li Kolnê konferans li dar bixe
Tevgera jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştevaniya bi kampanyaya KJK’ê re ku ji bo piştevaniya bi jinên Ezidî û Efxan re daye destpêkirin, wê roja Şemiyê li Kolnê konferansekê çê bike. -
Milîsên KBDH'ê li Edeneyê çalakî kirin
Milîsên Sevda Serînyel ên KBHD'ê li Edeneyê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî kirin. Li Seyhanê jî febrîqeyek dan ber agir.