Talîbanê avêt ser malên jinan: 8 jin hatin girtin
8 jinên ku li hemberî Talîbanê li ber xwe didin, di serdegirtina malan de hatin girtin.
8 jinên ku li hemberî Talîbanê li ber xwe didin, di serdegirtina malan de hatin girtin.
Li Efganistanê zexta rêveberiya Talîbanê ya li dijî jinan dewam dike. 8 jinên ku li dijî Talîbanê li ber xwe didin, di serdegirtina malan de hatin girtin.
Ji damezrînerên Tevgera Protesoyê ya Tîma Piştevanî û Yekîtiyê ya Jinên Efgan Dr. Zahra Haqparast daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Jinê ya Efganistanê û piştrast kir ku jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatine girtin. Nayê zanîn bê jin bi ku ve birine.
Di dîmen de yê ku di dema destgîrkirinê de hate kişandin, tê dîtin ku endamên Talîbanê bi çekê dikevin hundirê malan û bi hinceta 'Li dijî Talîbanê têdikoşin' avêtine ser malan.
Ji jinên hatin girtin navê yên hatine hînbûn bi vî rengî ne: Hajar, Hasina Sarvari, Farida Mohib, Tula Atai, Limah û Xatul.