Li Îranê hîcaba mecbûrî hat erêkirin

Pêşnûmeya qanûnî ya li ser hîcaba mecbûrî ya li Îranê ji aliyê Komîsyona Meclîsê ve hate erêkirin. Li gorî qanûnê, jinên ku hîcabê nedin serê xwe, wê werin cezakirin û girtin.

Li parlamentoya Îranê ji bo jinên ku ‘qanûna hîcaba mecbûrî’ binpê dikin bi awayekî giran werin cezakirin di mijara sazkirina qanûnê de gavek nû hat avêtin. Komîsyona ku li parlametoyê hatiye avakirin, bi mehan e pêşnûme qanûna ku tê nîqaşkirin erê kir.

Pêşnûmeya ku halê wê yê dawiyê tê pêşbînêkirin ‘li gorî qanûna cil û bergên Îslamî tevnegrin’ wê bi cezayên giran werin cezakirin. Li gorî vê yekê ger qanûn ji carekê zêdetir were binpêkirin wê cezayê pere bidin. Ger ev binpêkirin careke din were dubarekirin û di rewşên îstîsnayî de heta 15 salan cezayê girtîgehê û herî kêm cezayê pere yê 5 hezar Eurê biryar bigrin. Li gorî pêşnûmeyê yên ku qanûnê binpê dikin ên ku ji aliyê beşek berfireh ê civakê ve tê nasîn û bi nav û deng in wê cezayên wan hîn girantir bibin.

Ger jin li cihên kar hicabê nedin serê xwe, wê ji alîkariyên fermî bêpar bimînin, pêşnûme di heman demê de tê pêşbînîkirin ku heta 15 salan ji pîşeyê werin dûrxistin. Daraz dema kes bi sûc bin wê biryar bidin dest daynin ser malên wan. Jinên ku ne Îranî ne dema li gorî qanûnê tevnegerin wê ji welat werin dersînorkirin.

Weşandina wêneyên bê hîcab di înternetê de wê were cezakirin. Yek ji madeyên din ên ku di pêşnûme qanûnê de cih digre, jinên ku qedexeya hîcabê binpê dikin derketina wan a derveyî welat wê were qedexekirin. Her wiha bê hîcab ketina jinan a navendên standin û firotinê, restoranan wê bi biryara dozger werin girtin. Ên ku heqaretê li jinên bi hîcab dikin wê bi cezayê 6 meh ê girtîgehê û 74 qamçiyan werin cezakirin.

Di pêşnûme qanûnê de di heman demê ji bo jinan cilên ku xirab tên dîtin hatin rêzkirin. Weke mînakên vê, gumlekên milê wan kurt û şalên qetiyayî hatin nîşandan. Di pêşnûmeyê de ji bo mêran şalên lingê wan kurt û yan jî atlêt weke cilên ‘xirab’ hatin diyarkirin.

Zagona mijara gotinê, bi nêzbûna salvegera qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve ji bo serîtewandina jinan li dijî komara Îslamê bersiveke û hewl tê dayîn bi vê yekê pêşî li xwepêşandanan bigrin.

Di payîza 2022’yan de bi îdiaya hîcab ne li gorî rêbazên îslamê ye Jîna Emîn hatibû qetilkirin. Serhildanên ku li Îranê destpê kiribûn hê jî berdewam dikin. Bi taybetî li bajarên mezin hejmarek zêde jin li dijî hîcaba mecbûrî derdikevin. Serokê dînî yê Îranê Îbrahîm Reisî, berê jî gefa cezakirinê li jinên ku hîcabê nedin serê xwe xwaribû.