CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk zêdeyî 80 top avêt gundên Minbic û Babê
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 28'ê Kanûnê herî kêm 84 top li gundên Minbic û Babê ketine. -
Li Yewnanistanê erd hejiya
Li Girava Gîrît a Yewnanistanê, di mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya. -
Li gorî DYE'yê di danûstandinên bi Îranê re 'pêşketin' heye
DYE'yê ragihand ku di mijara bernameya nukleerî ya Îranê de, di hevdîtinên tûra heyştemîn de yên li Viyanayê 'pêşketinê' dibînin. -
Sala 2021'an tenê li 2 eyaletên Îranê 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin!
Li Îranê ku ji 31 eyaletan pêk tê, li gorî daneyan di nava salekê de tenê li 2 eyaletan 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin. -
Balefirên Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê dan
Balefirên Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê ya li Sûriyeyê dan. -
Rûsyayê cezayê girtîgehê yê li dîroknas Dmîtriyev hatibû birîn, giran kir
Dadgeheke Rûs, cezayê girtîgehê yê li çalakgerekî ku zextên dema Stalîn lêkolîn dikir, derxist 15 salan. -
KNK'ê ji bo Serpîskopos Desmond Tûtû peyama sersaxiyê weşand
KNK'ê ji bo serpîskopos Desmond Tûtû peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku ji ber tevkariya xwe ya li doza gelê Kurd wê timî minetdarê wî bin. Her wiha wê li ser şopa têkoşîna wî ya gerdûnî ya li dijî zext û nijadperestiyê bin. -
Li Myanmarê qetlîam: 35 kes hatin şewitandin
Mala Çavdêriyê ya Myanmar Wîtnessê diyar kir ku li Myanmarê zarok û jin jî di nav de 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. -
Bîlançoya tayfûna Raî giran dibe: 388 kes mirin
Li Fîlîpînê, bîlançoya tayfûna Raî giran dibe. Li vî welatî herî kêm 388 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Brezîlyayê 58 navçe di binê avê de maN
Ji ber baranê li eyaleta Bahîa a li bakurê rojhilahtê Brezîlyayê 58 navçe di binê avê de ma, 18 kes mirin. -
Talîbanê komîsyona hilbijartinê betal kir: ‘Pêwîstiya me pê nîne’
Rejîma Talîbanê li Efganîstanê ‘Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê’ ku ji organîzekirina hilbijartinan berpirsiyar e û du wezaretên girêdayî wê betal kir û got “Pêwîstiya me pê nîne.” -
Li peravên Lîbyayê cenazeyên 28 koçberan hatin dîtin
Li peravên rojavayî yên Lîbyayê, cenazeyên 28 koçberan hatin dîtin. -
Dostê Kurd ê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûtû jiyana xwe ji dest da
Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê Kurd Desmond Tûtû di 90 salî de wefat kir. -
Li Behra Egeyê keştiya koçberan noqê avê bû: Herî kêm 11 mirin
Li gorî texmînên NY’ê îsal zêdetirî 2500 kesên ku ji bo ewlekariyê bera xwe didin Ewropayê di rêya behrê de xeniqîne. Niha piştî trajediyek li Behraspî, mirineke zêdetir lê zêdebû, çend jin û zarok hatin rizgarkirin. -
Îranê li hemberî Îsraîlê tatbîkata leşkerî kir
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê tatbîkata leşkerî kir. Di roja dawîn a tatbîkatê de ji gelek cihên li başûrê welat fuzeyên balîstîk hatin avêtin. -
Li Bangladeşê ferîbot şewitî: Herî kêm 37 kes mirin
Li Bangladeşê ferîbotek ku têra xwe tijî bû, şewitî. Herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Iraqê tazmînata dida Kuweytê qedand
Iraqê ji ber xisara şer tazmînat dida Kuweytê. Serokwezîriya Iraqê ragihand ku tazmînat qedandine. -
Krîza Ukrayna mezin dibe: Rûsya wê tatbîqata leşkerî bike
Hate ragihandin Rûsya wê li nêzî sînorê Qirim û Ukraynayê tatbîqata leşkerî bike. Bi sedan paraşûtvan wê tevlî tatbîqatê bibin. -
Li Madagaskarê ji sala 1991'ê û vir ve krîza herî giran a xwarinê rû daye
Li başûrê Madagaskarê zêdeyî milyonek kes ji xwarina têrker bêpar in. Sedema wê jî polîtîkayên nebaş ên bi dehan salan, bêdaristanhiştin, ziwatî û germahiya global e. -
Pûtîn dengê xwe li NATO'yê kir: Em ê bersiva leşkerî bidin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dengê xwe li NATO'yê û DYE'yê kir û got, heke ew 'li ser xeta agresîf' biçin ew ê bersiva 'leşkerî û teknîk' bidin wan. -
Li Malezyayê bîlançoya felaketa lehiyê giran bû
Li Malezyayê hejmara mirovên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 kesî. Zêdeyî 70 hezar kes jî neçar man ku ji cih û warê xwe bibin. -
Xîomara Castro bû serokkomara nû ya Hondûrasê
Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî hemû deng jimart. Xîomara Castro di dîroka Hondûrasê de bû serokkomara pêşîn a jin û ya herî zêde deng stendiye. -
Li Malezyayê lehî rabû: 50 hezar kes hatin derxistin
Li welatê Başûrê Rojhilatê Asya Malezyayê ji ber rabûna lehiyê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 hezar kes ji qada lehiyê hatin durxistin. -
Li Fîlîpînê 208 kes ji ber tayfûna Rai mirin
Li Fîlîpînê, hejmara mirovên ji ber tayfûna Rai jiyana xwe ji dest dan bû 208 kes. -
Di hilbijartinên Şîliyê de Gabriel Boric ê çepgir bi ser ket
Parlamenterê 35 salî ku bernameya xwe bi taybetî spart edaleta civakî, ji sedî 56 ê dengan stand û namzetê rastgiriya tund Jose Antonio Kast têk bir.