Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Di hilbijartinên Şîliyê de Gabriel Boric ê çepgir bi ser ket

Parlamenterê 35 salî ku bernameya xwe bi taybetî spart edaleta civakî, ji sedî 56 ê dengan stand û namzetê rastgiriya tund Jose Antonio Kast têk bir.

Gabriel Boric ku lîderekî berê yê protestoyî yê xwendekaran bû, di tûra dawî ya hilbijartinên Serokkomariyê Şîlî de bi ser ket. Şîlî piştî nerazîbûna sivîl a çend salên dawî ber bi aliyê çepê ve çû.

Li gorî encaman ku zêdeyî nîvê dengan hatin jimartin, Boric ku parçeyek ji koalîsyonekê ye ku Partiya Komunîst a Şîlî jî di nav de ye, di tûra duyemîn a hilbijartinê de ji sedî 56 ê dengan stand û hevrikê xwe yê muxafazakarê tund Jose Antonio Kast li pey xwe hişt.

KAST TÊKÇÛN QEBÛL KIR

Serketiyê hilbijartinê wê meha Adarê ya sala bê dest bi kar bike. Kast ê 55 salî ku endamekî berê yê kongreyê ye, têkçûn qebûl kir û ji ber 'serketina mezin' Boric pîroz kir.

Boric ku beriya 35 salan di dema çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî newekheviya perwerdeyê de navdar bû, li Şîliyê li derveyî pêla bingehîn a isyasî ya navendîperest e ku ji sala 1990'î û vir ve bi giranî Şîlî bi rê ve dibe.

Boric di heman demê de piştî du sed salî bû Serokkomarê herî ciwan ê Şîliyê.