Dostê Kurd ê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûtû jiyana xwe ji dest da

Yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr, oldar û dostê gelê Kurd Desmond Tûtû di 90 salî de wefat kir.

Serokkomarê Efrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa ragihand ku oldar Desmond Tûtû jiyana xwe ji dest daye.

Ramaphosa bi navê 'Xelkê Efrîkaya Başûr' êş û xemgîniyan xwe parve kir.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1999'an serpîskopos Tûtû bi piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî dihate naskirin.

Tûtû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê di Mijdara 2012'an de Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ragihandibû. Yên ku destpêkê mohra xwe danîn binê vê însiyatîfê jî lîderê rûhanî yê Tîbetê Dalaî Lama, Serokê Sînn Feînê Gerry Adams, ji serokên berê yên DYE'yê Jîmmy Carter bû.

Tûtû ku sala 2014'an dema ku êrişên dagirkeriyê li ser Kobanê hate destpêkirin, li cem Kurdan cih girt û beşdarî konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê bûbû. Desmond Tûtû ku di heman demê de pêşengî ji lidarxistina van konferansan re dikir, sala 2018'an pêşengî ji Trîbûnal a Navneteweyî re kir ku dewleta Tirk lê hate darizandin.

Tûtû yek ji aktorên girîng ên kampanya 'Dema wê hatiye' bû ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Yek ji 50 Xelatgirên Nobelê bû ku sala 2019'an li dijî tecrîdê bang kir.

Herî dawî di Nîsana 2021'ê de bi navê Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê mohra xwe danîbû binê nameya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.