Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Pûtîn dengê xwe li NATO'yê kir: Em ê bersiva leşkerî bidin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dengê xwe li NATO'yê û DYE'yê kir û got, heke ew 'li ser xeta agresîf' biçin ew ê bersiva 'leşkerî û teknîk' bidin wan.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ber Wezareta Berevaniyê û qedroyen artêşa Rûs daxuyanî da. Pûtîn got, ''Hevpîşeyên me yên Rojavayî heke xeta ku bi rengekî aşkere êrîşkar e bidomînin, em ê bi tevdîrên leşkerî û teknîk ên guncav bersivê bidin.''

Moskowa  NATO û DYE'yê tawanbar dike ku ji bo haziriya operasyonekê bi hezaran leşker li ser sînorê Ukrayna danîne.

Pûtîn her wiha got, '''Teqwîyekirina komên leşkerî yên bi destê DYE'yê û NATO'yê yên li ser sînorên Rûsyayê û danîna manewrayên berfireh ên leşkerî dibine sedema ku em fikarên kûr bikin.''