Sala 2021'an tenê li 2 eyaletên Îranê 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin!

Li Îranê ku ji 31 eyaletan pêk tê, li gorî daneyan di nava salekê de tenê li 2 eyaletan 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin.

Li Îranê ku zewaca di temenê zarokatiyê de tê teşwîqkirin, li gorî daneyên Midûriyeta Plansaziya Nifûsê ya Îranê tenê li eyaletên Sîstan û Belûcistanê di nava salê de 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin.

Îran ji 31 eyaletan pêk tê.

Li Îranê sedema bingehîn a zewicandina zarokan, qanûna medenî bi xwe ye.

Li gorî qeydên fermî, li welêt herî kêm ji sedî 17 ê zewacê bi zarokên keç ên kêmî 18 salî re tê kirin.

Di xala 1041'ê ya Qanûna Medenî ya Îranê de ji bo keçan temenê zewacê 13, ji bo mêran jî 15 tê destnîşankirin.

Zewicandina zarokan li gel rewakirina bi qanûnan her wiha bi fetwayên olî jî tê teşwîqkirin.