Li Madagaskarê ji sala 1991'ê û vir ve krîza herî giran a xwarinê rû daye
Li başûrê Madagaskarê zêdeyî milyonek kes ji xwarina têrker bêpar in. Sedema wê jî polîtîkayên nebaş ên bi dehan salan, bêdaristanhiştin, ziwatî û germahiya global e.
Li başûrê Madagaskarê zêdeyî milyonek kes ji xwarina têrker bêpar in. Sedema wê jî polîtîkayên nebaş ên bi dehan salan, bêdaristanhiştin, ziwatî û germahiya global e.
Li başûrê welêt milyonek mirov di nava pirsgirêka xurekê de ne. 14 hezar ji wan li ber birçîbûnê ne.
Li vê qada ji çolê pirsgirêka xwedîkirinê hebe jî salên dawî bi germahiya global re ziwatî girantir bû. Şêniyên herêmê pelên kaktusê dixwin û ji bo karibin avê peyda bikin çemê ziwabûye dikolin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, sala 2020'î zêdeyî 800 milyon mirov bi pirsgirêka birçîbûnê re rû bi rû man. Her roj ji ber birçîbûnê 10 hezar jê zarok derdora 25 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.