Îranê li hemberî Îsraîlê tatbîkata leşkerî kir
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê tatbîkata leşkerî kir. Di roja dawîn a tatbîkatê de ji gelek cihên li başûrê welat fuzeyên balîstîk hatin avêtin.
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê tatbîkata leşkerî kir. Di roja dawîn a tatbîkatê de ji gelek cihên li başûrê welat fuzeyên balîstîk hatin avêtin.
General Mûhammed Bagerî ji televîzyona dewletê re axivî û got “Ev tatbîkat li hemberî gefên rejîma Sîyonîst e.”
Bagerî got “16 fuze li hedefan ketin û hedef îmha kirin. Di dema vê tatbîkatê de bi qasî ku karibe welatê wê êrişî Îranê bike tune bike, fuze hatine bicihkirin.”
Tatbîkat 5 rojan domiya. Li sê eyaletên cihê yên li Başûr û li giravên ku ew û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî li ser wan li hev nakin ev tatbîkat hate kirin.