Rûsyayê cezayê girtîgehê yê li dîroknas Dmîtriyev hatibû birîn, giran kir

Dadgeheke Rûs, cezayê girtîgehê yê li çalakgerekî ku zextên dema Stalîn lêkolîn dikir, derxist 15 salan.

Dadgeheke Rûs, bi sûcdariyên bêbingeh 15 sal cezayê girtîgehê da dîroknas û aktîvîstekî ku zextên dema Stalîn lêkolîn dikir.

Yûrî Dmîtriyev ê 65 salî piştî ku gorên komî yên qurbaniyên zextên Stalînîst eşkere kir, navdar bûbû. Aktîvîstê maf, bi rengekî bêbingeh û bi armanca siyasî bi îdîaya destdirêjî li keça ku xwedî dikir, hate sûcdarkirin û girtin.

Dmîtriyev destpêkê di dawiya sala 2016'an de bi 'pornografiya zarokan', 'nêzîkatiyên nebaş' û 'hiştina parçeyekî çekekê bi rengekî ne qanûnî' hate sûcdarkirin. Sala 2018'an beraat kir.

Lê belê piştî çend mehan doz ji nû ve lê hate vekirin. Di Tîrmeha 2020'î de bi êrişa zayendî ya li dijî keça xwe hate sûcdarkirin û sê sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî çend mehan jî ceza ji nişka ve kirin 13 sal.

Roja Duşemê jî ceza ji aliyê dadgeha bajêr a Petrozavodskê ya li herêma Karelya ya Rûsyayê ku li ser sînorê Fînlandiyayê ye careke din hate dirêjkirin û kirin 15 sal.

Alîgirên Dmîtriyev û rexnegir dibêjin ku îdîayên Dmîtriyev pê tê sûcdarkirind erew in û ji ber ku gorên komî yên dema Stalîn eşkere kiriye ceza lê hatiye birîn. Di dema Paqijiya Mezin (1936-38) de ku weke 'Terora Mezin' tê naskirin, Joseph Stalîn ji bo her kesên ku li hemberî rêveberiya wî bêwefa û gef in tasfiye bike, kampanyayeke bêrehm meşand. Tê texmînkirin ku wê demê herî kêm 750 hezar kes hatin qetilkirin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî ji ber nêzîkatiya li Dmîtriyev, Rûsya şermezar kiribû.

Parêzerên Dmîtriyev plan dikin ku li ber biryarê rabin.