Li gorî DYE'yê di danûstandinên bi Îranê re 'pêşketin' heye

DYE'yê ragihand ku di mijara bernameya nukleerî ya Îranê de, di hevdîtinên tûra heyştemîn de yên li Viyanayê 'pêşketinê' dibînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Ned Price piştî hevdîtinên tûra heyştemîn a li ser rizgarkirina peymana nukleerê ya 2015'an daxuyaniyek da û got, "Van rojên dawî di hevdîtinên dawî de em pê hesiyan ku pêşketineke dikare bibe."

Berdevk got, "Lê belê alî divê bi bawerî û ruhekî çêker vê pêşketinê ava bikin" û wiha dewam kir, "Hîn zû ye ku bingehek madî ya vê pêşketinê heye yan na."

Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî ku sê aliyên Ewropayê yên vê peymanê ne, diyar kirin ku ev danûstandin "lezgîn" e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan beriya destpêkirina hevdîtinên tûra heyştemîn daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ya destpêkê divê bê kirin rakirina pêkanînên Emerîkayê ye.