Balefirên Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê dan

Balefirên Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê ya li Sûriyeyê dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA’yê ya ku girêdayî hikumeta Şamê ye li gorî saeta herêmî di 03.21’an de ji hewayî ve li parka konteyniran a bendergeha Lazkiyeyê hatiye xistin.

Hate diyarkirin xisareke diyar a maddî çêbûye û agir bi qadê ketiye.

Ji dema ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriye, Îsraîlê bi sedan caran êrişên hewayî kir. Di êrişan de bendên hêzên hikumeta Sûriyeyê, hêzên ku Îran piştgiriyê didin wan û Hîzbûllah bûne hedef.

Di 7’ê Kanûnê de jî Îsraîlê li bendergeha Lazkiyeyê li sewqiyata leşkerî dabû. Di êrişê de tiştek bi kesî nehatibû.