CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Ekvadorê hezaz: 11 kes mirin, 67 kes birîndar bûn
Li başûrê Ekvadorê ji ber hezazê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn. -
Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket
Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket. Herî kêm 39 koçberan jiyana xwe ji dest da, 29 koçber birîndar bûn. -
Li DYE’yê êrîş birin ser dibîstaneke seretayî: 3 jê zarok 6 kes hatin kuştin
Li eyaleta Tennessee ya DYE’yê êrîş birin ser dibîstaneke seretayî û di encama êrîşê de 3 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Êrîşkar li cihê bûyerê hate kuştin. -
Li Kabûlê êrîşa xwekujî
Li paytexta Efganistan Kabûlê, li nêzî Wezareta Karên Derve êrîşa xwekujî hate kirin. Di encamê de herî kêm 6 sivîl mirin. -
Li Îsraîlê biryara 'greva giştî ya lezgîn' hat dayîn
Sendîkaya herî mezin a navendî ya Îsraîlê ragihand ku ew ê dest bi "greveke giştî" bikin da ku pêşnûmeya reforma edaletê ya ku di meclîsê de tê nîqaşkirin û welat parçe kiriye, bidin sekinandin. -
Li Iraqê qanûna nû ya hilbijartinê xizmeta partiyên mezin dike
Di sala 2019 'an de Parlamentoya Iraqê vegera li sîstema hilbijartinê ya ku beriya tevgera dijî hikûmetê hebû erê kir. Partiyên mûxalîf bi fikar in ku bi vê qanûnê re tine bibin. -
Herî kêm 29 koçber li peravên Tunusê jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li peravên Tunusê gelek keştî noqî avê bû û herî kêm 29 koçber jiyana xwe ji dest dane. -
Li Emerîkayê ji ber ba û babîsokê 26 kes mirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ba û babîsok rabû. Ji ber karesatê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşa DYE'yê de herî kêm 19 kes mirin, Îranê nerazîbûn nîşan da
Di êrîşên hewayî yên DYE'yê de yên li ser komên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê hate kirin, herî kêm 19 kes mirin. Îranê bi gotina 'êrîşa terorîstî' nerazîbûn nîşan da. -
ÛNÎCEF: Bi milyonan zarok di xetereyê de ne
Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî kir ku fon ji bo alîkariya bi Yemenê re neyê veqetandin, dibe ku bi milyonan zarok rû bi rûyê rîska têrnexwarinê bibin. -
Hemû sektora veguhastinê ya Elmanyayê wê roja Duşemê dest bi grevê bike
Çalakiyên wiha bi hevparî li Elmanyayê pir kêm çêdibin. Ver dî û EVG ku sendîkayên xebatkaran e, bi civîneke çapemeniyê bang li xebatkaran kir ku dest bi grevê bikin. -
Tanzanya: 5 kesan ji ber vîrusa Marbûrgê jiyana xwe ji dest da
Wezîriya Tenduristiyê ya Tanzanyayê, roja Sêşemê da xuyakirin ku ji ber nexweşiya Marbûrgê ku dişibe Ebolayê, 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes derman dibin. -
Li Efganistan û Pakistanê erd hejiya: Herî kêm 12 kes mirin
Li Efganistan û Pakistanê erdhejeke giran qewimî. Hate ragihandin ku herî kêm 12 kes mirine. -
Li Haîtiyê terora çeteyan: Herî kêm 530 mirî
Serkomîseriya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Haîtiyê zêdeyê 530 kesan ji aliyê sekvanan ve hatine kuştin û nêzîkê 280 kes jî hatine ragirtin. -
Li Floransayê Lorenzo Orsettî yê YPG’yî hate bîranîn
Ji bo şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) li bajarê Florensa yê Îtalyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Hikumeta kolombiyayê agirbesta bi kartela tiryakê da sekinandin
Serokkomarê Kolombiyayê Gûstavo Petro diyar kir ji ber ku kartela tiryakê Clan del Golfo êrîşî gel dike, wan agirbesta bi kartelê re dane sekinandin. -
Li Iraqê hilbijartinên wîlayetan wê 6'ê Mijdarê bêne kirin
Ji bo meclîsên bajaran ên Iraqê ku ji ber nelirêtiyê hatin betalkirin, piştî deh salan wê di 6'ê Mijdarê de hilbijartin bê kirin. -
Li Ekvador û Perûyê ji ber erdhejê 14 kes mirin
Li Ekvadorê ku welatekî li başûrê Emerîkayê ye, bi mezinahiya 6,8 pileyî erd hejiya. Di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Bi endametiya NATO'yê re wê warê Samiyan bikeve nava metirsiyê
Bi endametiya Fînlandiya û Swêdê ya li NATO'yê, wê li warê gelê xwecihî yê Skandînavyayê Samiyan gelek caran tetbîqatên leşkerî bêne kirin, li dijî Rûsyayê wê yekîneyên leşkerî bêne bicihkirin. -
Li sê welatan pêdiviya 10 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye
ÛNÎCEF ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî ye, da zanîn ku li Bûrkîna Faso, Malî û Nîjerê pêdiviya 10 milyon zarokan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye. -
Bîlançoya bahoza Freddy giran dibe: Zêdeyî 400 kes mirin
Di bahoza Freddy de ku Efrîka Navîn xist, zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
NY: Parêzvanên mafên mirovan divê hîn bi xurtî bêne parastin
Di raporekê de ku pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin, raportora taybet Mary Lawlor bang li welatên endam kir ku 'ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan' hîn bêhtir tedbîran werbigirin. -
Ji ber gefa girtinê ya li dijî HDP’ê, 70 parlamenterên Fransî bertek nîşan da
70 endamên parlamentoya Fransayê, bi daxuyaniyeke hevpar, bertek nîşan da ku çima gefa girtinê li HDP’ê tê xwarin û got: “Tirkiyeya Erdogan, bi girtina HDP’ê, wê têkiliya xwe ya bi dewleta hiqûqê re ku maye jî qut bike.“ -
IPI: Li Tirkiyeyê piştî erdhejê rewşa rojnamevanan behtir nebaş bû
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ragihand ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê rewşa rojnamevanên li Tirkiyeyê hîn bêhtir nebaş bûye. -
Li Lîbyayê 2.5 ton ûranyûm winda bû
Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) ragihand ku ji navendeke li Lîbyayê 2.5 ton ûranyûm a xwezayî winda bûye.