NY: Parêzvanên mafên mirovan divê hîn bi xurtî bêne parastin

Di raporekê de ku pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin, raportora taybet Mary Lawlor bang li welatên endam kir ku 'ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan' hîn bêhtir tedbîran werbigirin.

Lawlor di raporê de got, "Dewlet ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan dikarin hîn bêhtir bixebite û divê hîn bêhtir hewl bide" û diyar kir, dewletan beriya 25 salan ji bo teşwîqkirina karên parêzvanên mafên mirovan û parastina wan li ser deklarasyonekê li hev kirin, lê belê tevî vê yekê jî tevkariya karê parêzvanên mafên mirovan ji nedîtî ve tên.

Lawlor di raporê de li ser şert û mercên giran ên parêzvanên mafên mirovan li tevahiya cîhanê di nav de ne ev tespît kir: "Parêzvanên mafên mirovan li ber nelirêtiyê, bêedaletiyê radibin, li ber çeteyan radibin û mijarên ku hikumet dixwazin veşêrin nîqaş dikin, rastiyan dibêjin û tiştên baş dikin. Ji ber vê yekê êrîş li dijî wan têne kirin."

Di raporê de têkildarî hin serketinên parêzvanên mafên mirovan ên li cîhanê agahiyên berfireh hatin parvekirin. Guhertina qanûnan, berdana mirovên bi neheqî hatine girtin, pêkanîna alîkariya mirovî û eşkerekirina nelirêtiyê weke çend ji van serketinan hate nîşandan.

Lawlor diyar kir ku hin parêzvanên mafên mirovan di bin zexteke giran de karê xwe dewam dikin û destnîşan kir ku ev yek bi tena serê xwe serketineke girîng e.

Di raporê de hate ragihandin ku serketinên ji aliyê parêzvanên mafên mirovan hatine bidestxistin, bi giranî di encama têkoşîneke demdirêj û alîkariya hevalbendên xwe ve hatine kirin.

Lawlor got, "Nedîtina tevkariya girîng a parêzvanên mafên mirovan an jî biçûkxistina karê wan, wê wan û karê wan bixe nava rîskê."