Li Kabûlê êrîşa xwekujî

Li paytexta Efganistan Kabûlê, li nêzî Wezareta Karên Derve êrîşa xwekujî hate kirin. Di encamê de herî kêm 6 sivîl mirin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Nafî Takor diyar kir ku hedefa êrîşkar hêzên Efgan bû, lê belê di teqînê de 6 sivîl mirine û hinek sivîl jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku êrîşa xwekujî li nêzî Wezareta Karên Derve hatiye kirin. Tê gotin yek ji birîndaran zarokeke.

Mehên dawî li Kabûl û bajarên din gelek êrîş hatin kirin. DAÎŞ'ê hin ji êrîş li xwe girt.

Meha Çileyê li nêzî avahiya Wezareta Karên Derve êrîş hate kirin û di encamê de 5 kes mirin. DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrîşa xwekujî li xwe girtibû.