Li sê welatan pêdiviya 10 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye

ÛNÎCEF ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî ye, da zanîn ku li Bûrkîna Faso, Malî û Nîjerê pêdiviya 10 milyon zarokan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.

Li gor raporekê ku ÛNÎCEF’ê weşand, li Bûrkîna Faso, Nîjer û Maliyê zêdeyê du qatê sala 2020’î pêdiviya zarokan bi alîkariya mirovî ya bi lezgînî heye.

ÛNÎCEF’ê ragihand ku li van welatan pêdiviya 10 milyon zarokan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye û destnîşan kir ku li welatên ku cîranên van welatan in ku nêzîkê 4 milyon zarok rû bi rûyê gefan in.

Midûra Herêmî yê Rojava û Navîn ê Efrîkayê Marîe-Pîerre Poîrîer bi nivîskî diyar kir ku ji ber pevçûnên bi çekan her ku diçe bêhtir zarok bandor li wan dibe.

ÛNÎCEF’ê destnîşan kir ku bi taybetî sala 2022’yan li herêma Sahel a Navîn ji bo zarokan pir bi dijwarî derbas bûye û got: “Divê hemû aliyên pevçûnê, êrîşên xwe yên berpêyî zarokan demildest rawestînin, dev ji êrîşên li dijî saziyên perwerdehî, tenduristî û wargehan berdin.“

ÛNÎCEF’ê got ku ji bo alîkariya mirovî têr finansman nayê peydekirin û ji bo sala 2023’yan 473,8 milyon dolar dixwaze.