Bi endametiya NATO'yê re wê warê Samiyan bikeve nava metirsiyê

Bi endametiya Fînlandiya û Swêdê ya li NATO'yê, wê li warê gelê xwecihî yê Skandînavyayê Samiyan gelek caran tetbîqatên leşkerî bêne kirin, li dijî Rûsyayê wê yekîneyên leşkerî bêne bicihkirin.

Gelê Samî ku bi sedan sal in li hemberî her cûre asîmîlasyonê li ber xwe didin, li nava Yekîtiya Ewropayê yekane civak e ku weke gelê xwecihî tê qebûlkirin. Xaka wan di navbera Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Rûsyayê de hatiye parvekirin. Nifûsa wan niha derdora 100 hezar kesî ye. Ji bo çand û nasnameya wan tune nebe li qadên xwezayî dijîn; karê xwedîkirina xezalên ren dikin.

Lê belê piştî destpêkirina şerê Ûkraynayê, Samî di navbera dijberiya Rûsya û welatên rojavayî de ma. Vê yekê jî metirsiyeke nû li hemberî vî gelî afirand. Ji ber vî şer û rageşiyê, Samî nema dikarin bi hêsanî li herêmên sînor karê xwedîkirina xezalên ren bikin. Nûnerên Samiyên li Rûsyayê nema dikarin tevlî Parlamenta Samiyan bibin ku sala 1956'an hate avakirin.

HERÊMA SÎNORÊ RÛSYAYÊ QADÊN GIRÎNG ÊN JIYANA SAMIYAN E

Tirsa herî mezin a gelê Samî ya niha tevlîbûna Fînlandiya û Swêd li nava Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) ye. Piştî ku dewleta Tirk doh rê da endametiya Fînlandiyayê, astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya endametiya li NATO'yê jî bi dawî bû. Tê payin ku hikumeta Fînê di demeke nêz de pêvajoya endametiyê bibe serî. Li welatên rojavayî jî fikarên gelê Samî ji nedîtî ve tên.

Zêdeyî nîvê gelê Samî li herêmên Fînlandiyayê yên cîranê Rûsyayê dimînin. Beşek jî li Nîvgirava Kola dimîne ku li nava xaka Rûsyayê ye. Sînorê navbera Fînlandiya û Rûsyayê bi 1340 kîlometreyî dirêj e û ev cografya berfireh qada herî girîng a jiyanê ya Samiyan e. Piştî ku Swêd jî bû endamê NATO'yê, li van herêman wê gelek caran tetbîqatên leşkerî bêne kirin û bi hinceta Rûsyayê wê gelek biryargehên leşkerî lê bêne avakirin.

PARLAMENTA SAMÎ JI BO PARASTINÊ SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DA

Parlamenta Samî jî li ser zerarên ku endametiya herdu welatên Skandînavyayê ji bo NATO'yê biafirîne, raporek amade kir û mehên derbasbûyî serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Samiyan ji NY'yê xwestin ku bi endametiya NATO'yê re li dijî desteserkirina xaka wan, parastinê bike. Lê belê Samiyan hîn bersivek ji NY'yê wernegirtine. Berdevkê Parlamenta Samiyan Per Olof Nutti ji medya Swêdê re axivî û anî ziman ku tetbîqatên NATO'yê wê bandoreke giran li wan bikin û careke din daxwaza parastinê ji qada navneteweyî kir.

DEWLET PEYMANA SAMIYAN JI NEDÎTÎ VE TÊN

Samî ji bo çand, nasname û rêbaza xwe ya jiyanê biparêzin zêdeyî 100 sal in têdikoşin. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn nêzîkatiyên nijadperestî li wan hatin kirin. Samiyan mafê xwerêvebirinê hîn bi temamî bi dest nexistine. Samî niha têkoşîna herî mezin li dijî kêmkirina qadên xwedîkirina sewalan û xerakirina xwezayê dimeşînin.

Hikumetên Swêd, Norwêc û Fînlandiyayê bi rêveberiyên gelê Samî re sala 2011'an Peymana Samî ya Bakur mohr kiribûn. Li gorî vê peymanê, li herêmên Samî beriya ku çavkaniyên xwezayî bêne bikaranîn, beriya ku kanên madenê û santralên ba bêne avakirin, divê hevdîtin bi Samiyan û rêxistinên wan re bêne kirin û bi wan re li hev bê kirin.

Lê belê hersê dewlet bi armanca madî gelek caran vê peymanê ji nedîtî ve tên û li herêmên Samiyan kanên madenê û santralên ba ava dikin. Niha jî bi endametiya NATO'yê re wê avakirina biryargehên leşkerî û qadên perwerdeya leşkerî li vê yekê zêde bibin. Samî ku di ferhenga wan de gotina 'şer' nîne, nayê zanîn ku li hemberî amadekariya şer a li ser xaka wan wê têkoşîneke çawa bimeşînin.