Li Iraqê qanûna nû ya hilbijartinê xizmeta partiyên mezin dike

Di sala 2019 'an de Parlamentoya Iraqê vegera li sîstema hilbijartinê ya ku beriya tevgera dijî hikûmetê hebû erê kir. Partiyên mûxalîf bi fikar in ku bi vê qanûnê re tine bibin.

Di rûniştina şevê de, ji ber nerazîbûnên bi dengên bilind wekîlên serbixwe hatin derxistin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsê, qanûna nû ya hilbijartinê hat qebûlkirin. Çarçoveya Koordînasyonê, ku tifaqa partiyên ku niha alîgirên Îranê tên dîtin, piraniya parlamentoyê ava dike. Serokwezîr Mûhamad Şîa El Sûdanî jî ji vê tifaqê derket.

Li hemberî tevgera civakî ya li dijî hikûmetê ya di sala 2019’an de, qanûna hilbijartinê ya îro hate çêkirin. Lê bi metna nû re qanûna hilbijartina 2018’an hate vegerandin.

Di dema tevgera 2019’an de, çalakvanan pêk anîna pergala ku derketina namzedên serbixwe teşwîq dikir, bi dest xistibûn.

Bi vî awayî di hilbijartinên 2021’an de derdora 70 wekîl hatin hilbijartin. Parlamento ji 329 kursiyan pêk tê.

Metna ku hatiye qebûlkirin dê ji bo hilbijartinên pêş were pêk anîn. Dîroka hilbijartinên giştî hîn zelal nebûye, lê ji bilî Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên herêmî dê di 6’ê Mijdarê de bên kirin. Hilbijartinên herêmî yên Herêma Kurdistanê di 18’ê Mijdarê de wê bên lidarxistin.

Bi qanûna nû re 83 herêmên hilbijartinê yên heyî dê ji holê bên rakirin. Li şûna wê 18 wilayet dê wek navendên hilbijartinê ava bikin.

Şirovekarê Siyasî Sajad Jiyad ku li ser Twitterê nivîsek parve kir, diyar kir ku qanûna nû ya hilbijartinê dê bihêle partiyên mezin bi hêsanî kursiyan bi dest bixin. Jiyad got: "Partiyên biçûk û yên serbixwe dê di kampanyayê de zehmetî bikşînin, ji ber ku ew dê ne li ser asta xwecihî, li ser asta parêzgehê pêşbaziyê bikin. " Li gorî şîrovekarê siyasî, partiyên mezin eger dengên têra xwe negirin jî dê karibin kursiyan bi dest bixin.

Parlamenterê serbixwe Ala al-Rikabî ji AFP re got: "Ji niha û pê ve, namzedên piçûk dê ti hêviya xwe ji bo bidestxistina nûneratiyê li parlamentoyê nebînin."