Li Floransayê Lorenzo Orsettî yê YPG’yî hate bîranîn

Ji bo şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) li bajarê Florensa yê Îtalyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Şervanê anarşîst Orsettî di 18’ê Adara 2019’an de li Baxozê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû.

Roja Yekşemê saet di 17.30’an de çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan. Darîo Salvettî di sala 2021’an de ev sînevîzyon amade kiribû.

Di bîranînê de pirtûka " No sleep till shenga" ya karîkaturîst Zero Calcare û pirtûka "La montagna sola" ya Rojbîn Bêrîtan û Chiara Cruciati hatin nasandin.

Hat ragihandin ku dahata xwarinên ku di bîranînê de hatin firotin wê ji bo ku ji mexdûrên erdhejê re were şandin, wê bidin Heyva Sor a Kurdistanê.

Nêzî 500 kes tevlî çalakiya bîranînê bûn.