IPI: Li Tirkiyeyê piştî erdhejê rewşa rojnamevanan behtir nebaş bû

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) ragihand ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê rewşa rojnamevanên li Tirkiyeyê hîn bêhtir nebaş bûye.

Midûrê IPI Frane Maroevic di serdana Enqereyê de ji AFP'ê re axivî û got, "Li Tirkiyeyê azadiya îfadeyê di nava salan de nebaş bû û rewşa awarte ji bo rojnamevanan hîn girantir û zehmetir bû."

Maroevic ku roja Sêşemê serdana Antakyayê kir, got "Eşkere ye ku rayedar nahêlin rojnamevan bi rengekî serbixwe li qadê bixebitin."

Maroevic ragihand ku bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê re zexta li ser rojnamevanan dibe ku 'girantir' bibin.

Maroevic qanûna dezenformasyonê bibîr xist û got, "Rojnamevanan mîna şeytên nîşan didin (...) ku ev yek wan dixe nava metirsiyê. Ev yek atmosfereke welê diafirîne ku êrîşên li ser mirovan rewa bêne nîşandan."

Maroevic got, "Azadiya îfadeyê nebe nepêkane ku hilbijartinên azad pêk werin."

Midûrê IPI ragihand ku di dema serdanê de xwestiye bi rayedarên Tirk re jî hevdîtinê bike, lê belê bresiv ji daxwaza wî re nehatiye dayin.