Ji ber gefa girtinê ya li dijî HDP’ê, 70 parlamenterên Fransî bertek nîşan da

70 endamên parlamentoya Fransayê, bi daxuyaniyeke hevpar, bertek nîşan da ku çima gefa girtinê li HDP’ê tê xwarin û got: “Tirkiyeya Erdogan, bi girtina HDP’ê, wê têkiliya xwe ya bi dewleta hiqûqê re ku maye jî qut bike.“

Di danezana hevpar de ku li rojnameya Humanité ya Fransî hat weşandin de wiha hat gotin: “Recep Tayyîp Erdogan, bi kirina manevrayên otorîter gefan li saziyên demokratîk ên Tirk dixwe.“

Parlamenteran diyar kir ku şaneyên vê “cihêkariya hatiye bilezkirin“ bi doza girtina HDP’ê ya 7’ê Adara sala 2021’ê, xuya bûne û bi bîr xist ku şaredariya HDP’ê hatine desteserkirin û rêveberên HDP’yî hatine girtin.

Parlamenteran da xuyakirin ku Erdogan ji bo xwe ji reqîbên xwe yên herî biryardar xelas bike da ku hêz ji dest dernekeve.

Di danezanê de îşaret pê hat kirin ku Erdogan beriya hilbijartinan siyasetê li HDP’ê qedexe bike, wê têkiliya Tirkiyeya Erdogan ku bi dewleta hiqûqê re maye jî qut bibe.

Parlamenteran anî ziman ku ew bi HDP’ê re piştgir in.

Parlamenteran ev bang kirin:

“Em bi hemû cidiyeta xwe dixwazin ku ev pêvajo demildest bi dawî bibe, di serî de her du hevserokên partiya siyasî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, dawî li hemû zilma berpêyî vê partiya siyasî, aktîvîst, hilbijartî û serokên wê bê.

Daxwaza me ji hikûmeta Fransayê ew e ku vê prosedurê di asta herî bilind de şermezar bike.

Ji bo hebûna piranîparêziyê, şert e ku projeya HDP diparêze şênber bibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), helwesta xwe ya li dijî bipêşveçûna civakî, ekolojî û azadîxwaziya jinan bi eşkerehî daniye holê. Rêzê digire ji jiyana bi hev reya  cudahiyên olî û qewmî.“