Hikumeta kolombiyayê agirbesta bi kartela tiryakê da sekinandin

Serokkomarê Kolombiyayê Gûstavo Petro diyar kir ji ber ku kartela tiryakê Clan del Golfo êrîşî gel dike, wan agirbesta bi kartelê re dane sekinandin.

Serokkomarê çepgir Petro li ser twîtterê got “Min ferman da hêzên ewlekariyê ku hemû operasyonên leşkerî yên li dijî Clan del Golfo dîsa çalak bikin.”

Li gorî hikumeta vê kartela tiryakê du hefte ye li bakurê rojavayê welat gefê li gundiyan dixwe û wan ditirsîne.

Hikumeta Kolonbinyayê di 31’ê Kanûnê de diyar kiribû wan bi Clan del Golfo, tevgera gerîlayan ELN û bi komên ji FARC’ê veqetiyane, agirbesta dualî îmze kirine.

Vê agirbestê pêşiya rêya muzakereyan jî vekir lê hikumet diyar dike Clan del Golfo agirbestê bin pê dike.