Li Ekvadorê hezaz: 11 kes mirin, 67 kes birîndar bûn

Li başûrê Ekvadorê ji ber hezazê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn.

Şeva Yekşemê li wîlayeta Chîmborazo ku bi 300 kîlometreyî li başûrê paytexta Qûîto ye, parçeyekî mezin ji çiyê qut bû.

Di encama vê hezazê de li gorî daneyên fermî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn.

Bi barana zêde re hezazê bandor li 163 malên li taxeke li quntara çiyê kir.

Serokkomarê Ekvadorê Gûîllermo Lasso êvara Duşemê serdana herêmê kir û bi dirûşma "Lasso bicehime" hate pêşwazîkirin.

Ji ber barana zêde, Ekvadorê hefteya derbasbûyî li 13 eyaletan rewşa lezgîn ragihandibû.

Meha Çileyê ji ber lehiyê 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, lehiyê her wiha bandor li 6 hezar û 900 avahiyan kiribû.