Di êrîşa DYE'yê de herî kêm 19 kes mirin, Îranê nerazîbûn nîşan da
Di êrîşên hewayî yên DYE'yê de yên li ser komên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê hate kirin, herî kêm 19 kes mirin. Îranê bi gotina 'êrîşa terorîstî' nerazîbûn nîşan da.
Di êrîşên hewayî yên DYE'yê de yên li ser komên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê hate kirin, herî kêm 19 kes mirin. Îranê bi gotina 'êrîşa terorîstî' nerazîbûn nîşan da.
Li gorî rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), şeva Pêncşemê weke 'bersiv' ji êrîşa bi droneyê ya li ser hêzên Emerîkî yên nêzî Hesekê, êrişek hatiye kirin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di encama êrîşên hewayî de herî kêm 19 kes mirine ku piraniya wan ji Sûriyeyê ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê de hate îdîakirin ku li bajarê Dêrazoê êrîş li 'sivîlan' hatiye kirin û ev yek weke 'êrîşeke terorîstî û agresîf' hate pênasekirin.
Li gorî wezaretê, Îran bi destûra hikumeta Şamê 'ji bo alîkariya bi têkoşîna li dijî terorê' li Sûriyeyê ye. Berdevkê wezaretê Nasir Kenanî anî ziman ku DYE jî 'bi rengekî îllegal hebûna xwe ya leşkerî li vî welatî heye' û îdîa kir ku 'herêmên cuda yên Sûriyeyê' dagir kiriye.
Washîngtonê ragihand ku roja Pêncşemê bi droneyeke 'Îranê' êrîş li ser baregeha koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYE'yê hatiye kirin û di encamê de muteahhîtekî Emerîkî hatiye kuştin. Di êrîşê de muteahhîtekî din û 5 leşker jî birîndar bûn.
Rayedarên Emerîkî diyar dikin ku weke bersiva li êrîşa bi droneyê, wan jî êrîşên hewayî kirine.
Piştî êrîşên hewayî, Serokê DYE'yê Joe Bîden daxuyaniyek da û got, "Ew di nava hewldanek şerê bi Îranê re nîne, lê belê ji bo parastina gelê xwe amade ne ku bersiva herî xurt bidin."