Bîlançoya bahoza Freddy giran dibe: Zêdeyî 400 kes mirin

Di bahoza Freddy de ku Efrîka Navîn xist, zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bahoza Freddy hefteyên dawî du caran li herêmê xist. Li Mozambîkê 73 kes, li Madagaskarê 17 kes mirin. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan li Malaviyê jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Malavî Lazarûs Chakwera got, "Bîlançoya vê felaketê ji 225 kesan gihîşt 326 kesan." Chakwera diyar kir ku zêdeyî 183 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Bahoz meha Sibatê li peravên Awûstralyayê rabû û di ser Okyanûsa Hînt re ji rojhilat ber bi rojava ve bi 8 hezar kîlometreyî çû.

Destpêkê di 21'ê Sibatê de bandor li Madagaskarê xist, piştre gihîşt Mozambîkê. Destpêka meha Adarê li Madagaskarê vegeriya, piştre li Mozambîk û Malavî xist.