Li Lîbyayê 2.5 ton ûranyûm winda bû

Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) ragihand ku ji navendeke li Lîbyayê 2.5 ton ûranyûm a xwezayî winda bûye.

Mufetîşên UAEK ên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li navendeke li Lîbyayê lêkolîn kirin.

Midûrê Giştî yê UAEK'ê Rafel Grossî ji dewletên endam re raporek amade kir û got, "Mufetîşan tespît kirin ku 10 konteynirên 2.5 ton ûranyûma xwezayî tê de bûn, ne li cihê xwe ne."

UAEK'ê ragihand ku ji bo şert û mercên windabûna materyalên nukleerê û zelalkirina rewşa heyî wê hewldanên zêdetir bikin, ku piştrast bikin. Têkildarî navenda navborî agahiyên berfireh nehate dayin.

Lîbya di dema rêveberiya Mûammer Kaddafî de sala 2003'an dest ji bernameya afirandina çeka nukleerî berdabû.

Piştî desthilatdariya 42 salan a Kaddafî, bi destwerdana NATO'yê ya sala 2011'an re desthilatdarî hate hilweşandin, bi destwerdana derve re tevlîheviyeke mezin a siyasî li Lîbyayê rû da û hîn jî dewam dike.

Di rewşa heyî de du hikumet ji bo desthilatdariyê şer dikin ku yek jê li Trablûsê ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin, ya din jî bi piştgiriya Mareşa Xelîfe Hefter e ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike.