Li Ekvador û Perûyê ji ber erdhejê 14 kes mirin

Li Ekvadorê ku welatekî li başûrê Emerîkayê ye, bi mezinahiya 6,8 pileyî erd hejiya. Di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Erdheja ku navenda wê bajarê Balao ya li ser sînorê Ekvadorê û Perûyê ye, li gor pîvandina Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê bi kûrahiya 66,4 kîlometreyan pêk hat.

Di daxuyaniya ku li ser malpera Serokkomariya Ekvadorê hat dayîn de der barê erdheja bi lerza 6,8’an a ku li herdu welatan hat hîskirin de, hat ragihandin ku hejmara miriyan derket 14’an û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Sekreteriya Rêvebiriya Rîskê ve hat dayîn de hat ragihandin ku piranîya mirinan li eyaleta El Oro ya li ser sînorê Perûyê pêk hatine û 380 kes jî birîndar bûne.

Di erdhejê de heta niha 17 dibistan, 31 navendên tenduristiyê û 90 avahî zirar dîtine, 44 avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Hat destnîşankirin ku li Cuenca, Machala û Guayaquil hin avahî hilweşiyane û dibe ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Li gor nûçeya BNO Newsê di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê da hat destnîşankirin ku piştî erdhejê metirsiya tsunamiyê tune ye.