CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê lêçûnên leşkerî di asta herî bilind de ne
Li gorî raporekê, lêçûnên leşkerî yên li Ewropayê yên sala 2022'an ji dawiya Şerê Sar û vir ve gihîştiye asta herî bilind. Lêçûn bi taybetî bi şerê Ûkraynayê re zêde bû. -
Bi deh hezaran Îsraîlî li dijî reforma edlî car din daketin qadan
Li paytexta Îsraîl Tev Avîvê bi deh hezaran kes li dijî reforma edaletê ku hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferz kiriye, daketin qadan. -
Qurbaniyên komkujiya Elmanyayê li Namîbyayê tên bibîranîn
Gelên Herero û Namas ku serdema mêtingeriyê ji aliyê Elmanyayê ve hatine qetilkirin, qurbaniyên xwe bi bîr tînin. -
Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome
Li Sûdanê di roja destpêkê ya Cejna Remezanê de jî, êrîşên çekdarî û bi bombeyan dewam kir. -
UNICEF: Di dema pandemiyê de baweriya bi derziyên zarokan kêm bûye
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di serdema Covîd-19’ê de li seranserê cîhanê bawerî bi derziyên zarokan kêm bûye. -
Li Sûdanê li gel bangên ji bo agirbestê şer dewam dike
Li Sûdanê şerê du generalan ê ji bo desthilatdariyê, li gel bangên ji bo agirbestê dewam dike. Li paytext Hartûmê di roja şeşan de jî bombe qetiyan, şer qewimî. -
Li Yemenê ji ber qerebalixa cejnê 78 kes mirin
Li bajarê Sanayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, di dema belavkirina alîkariyên diravî ya cejnê de ji ber qerebalixê 78 kesan mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn. -
PE’yê yasaya li dijî bêdaristanbûnê erê kir
Piştî Çînê, hêza ku herî pir zerarê dide daristanên tropîkal, Yekitiya Ewropayê ye. Parlamentoya Ewropayê ji bo rê li ber bêdaristanbûnê bigire, yasayek qebûl kir. -
Xebatkarên rêyên hesinî yên Elman cardin dikevin grevê
Sendîkaya xebatkarên rêyên hesinî yên Elman, bang li xebatkaran kir ku ji bo zêdekirina destheq, roja Îniyê cardin dest bi grevê bikin. -
Li Behra Spî keştî noqî avê bû: 15 koçberên Tûnisî winda bûn
Di encama binavbûna keştiya koçberan a li peravên Tûnisê de, hat ragihandin ku 15 koçberên Tûnisî di nava avê de winda bûne. -
Îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe
Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe. -
Li Kanadayê 155 hezar karmend ji bo zêdekirina meaş ketin grevê
Li Kanadayê li hemberî enflasyona zêde 155 hezar karmendan grev dan destpêkirin. -
Li Tûnisê ofîsên partiya Ennahda hatin girtin
Ofîsên partiya Ennahdha (Tevgera Nahda) ku wek AKP’ya Tûnisê jî tê binavkirin, li seranserê welêt hatin girtin. Serokê partiyê jî hat destgîrkirin. -
Li Bexdayê operasyona ‘Remezanê’: Nêzî 200 kes hatin destgîrkirin
Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku bi ser qumarxaneyên qeçax ên li Bexdayê yên alkolê diforişin ku di meha Remezanê de firtona wê qedexe ye, girtine û nêzî 200 kes destgîr kirine. -
Rejîma Talîbanê li Kandahar û Helmandê dibistanên keçan girt
Li Efganistanê, Talîbanê dibistanên keçan ên ku rêxistinên sivîl piştgiriya wan dikin, girtin. -
Çînê dest avêt pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang diyar kir ku ew bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Fîlîstînî re axiviye û ji wan re ragihandiye ku Çîn amade ye lihevkirineke aştiyê ya li Rojhilata Navîn hêsan bike. -
Raşîd Gannûşî yê ku gefa 'şerê navxweyî' xwar, hate destgîrkirin
Li Tûnisê, lîderê partiya muxalefetê Raşîd Gannûşî ku gefa 'şerê navxweyî' dixwar, hate girtin. -
Ji Belçîkayê alîkariya xizaniyê digire, li Tirkiyeyê xwedanê 16 xaniyan e
Li herêma Flandre ya Belçîkayê, hat diyarkirin ku ji her du kesên sûdê ji mafê xaniyên civakî digirin, yek jê li derveyê welêt xwedan xanî ye. Derket holê ku kesek li Tirkiyeyê xwedanê 16 xaniyan e. -
Îranê Şahê Siûdî vexwend Tehranê
Wezareta Karên Derve ya Îranê, da xuyakirin ku Şahê Erebistana Siûdî, Selman bi fermî vexwendine Tehranê. -
Li Hindistanê di merasîmê de ji ber germa zêde 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Hindistanê di merasîma xelatdayînê de ya ku partiya desthilatdar nêzî milyonek kes di germahiya zêde de kom kir, 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes nexweş ketin. -
Erebistana Siûdî wê girtiyên Yemenî berde
Erebistana Siûdî ragihand ku weke yek alî wê bi dehan girtiyên Yemenî berde. -
Li Yemenê ji ber şewba sorikê bi dehan zarok mirin
Nexweşiya sorikê ku bi rêya vakslêdanê mirov dikare pêşî lê bigire, li Yemenê bûye şewbek giran. Li welat hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine 9 hezar derbas kir. -
Muxalîfên FARC'ê amade ne bi hikumetê re danûstandinan bikin!
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ên berê El Estado Mayor Central (EMC) bi mîtîngeke mezin ragihand ku ew amade ne bi hikumeta Gûtavo Petro ya çepgir re danûstandinan bikin. -
Li Sûdanê şer dewam dike: Nêzî 100 sivîl mirin
Li Sûdanê şerê navbera artêşê ya ku bi darbeyê sivîl dûr xist û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) giran dibe. Hejmara sivîlên ji ber vî şerî mirin gihîşt nêzî 100 kesî. -
Li Sûdanê şerekî giran diqewime: Herî kêm 56 sivîl mirin
Li Sûdanê di navbera yekîneyêna rtêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter a ser bi artêşê ve ye, şerekî giran qewimî. Di şer de herî kêm 56 sivîl mirin, derdora 600 kes jî birîndar bûn.