Li Yemenê ji ber şewba sorikê bi dehan zarok mirin

Nexweşiya sorikê ku bi rêya vakslêdanê mirov dikare pêşî lê bigire, li Yemenê bûye şewbek giran. Li welat hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine 9 hezar derbas kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi parvekirina daneyên li Yemenê diyar kir ku rewş xeternak e. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Yemenê (OCHA) ve hat dayîn de hat ragihandin ku li welêt ji serê salê vir ve bi heman awayî 9 hezar û 418 nexweşên sorikê hatine tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji destpêka sala 2023'yan û vir ve 77 zarok ji ber sorikê mirine."

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di 19’ê Adarê de hişyarî dabû ku li Yemenê nexweşiyên sorik û felcê belav dibin. Her wiha sektora tenduristiyê ji ber şerê navxweyî û bandorên wê li welat rastî kêmasiyeke cidî ya alavên tenduristiyê tê.

Li aliyê din li gorî raporên Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê navxweyî ji sedî 73’yê gelê Yemenê (nêzîkî 23,4 milyon) hewcedariya alîkariyên mirovî ne. Herwiha 4,3 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.