Li Tûnisê ofîsên partiya Ennahda hatin girtin
Ofîsên partiya Ennahdha (Tevgera Nahda) ku wek AKP’ya Tûnisê jî tê binavkirin, li seranserê welêt hatin girtin. Serokê partiyê jî hat destgîrkirin.
Ofîsên partiya Ennahdha (Tevgera Nahda) ku wek AKP’ya Tûnisê jî tê binavkirin, li seranserê welêt hatin girtin. Serokê partiyê jî hat destgîrkirin.
Çavkaniyên Ennahdha ragihandin ku ofîsên wan li seranserê Tûnisê hatine girtin û kombûna li van ofîsan hatine qedexekirin.
Piştî ku serokê partiya îslamî ya siyasî Ennahdha yê 81 salî Reşîd Gannûşî hat destgîrkirin, ev tevdîr hate stendin. Gannûşî parlementoya ku di Tîrmeha 2021’an de ji hêla Serokkomar Kaîs Saîd ve hatibû betalkirin, bi rê ve dibir.
Gannûşî di dawiya hefteyê de, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû heke îslama siyasî ya ku partiya wî jî ji nav derketiye, ji holê were rakirin wê li ser Tûnisê gefa ‘şerê navxweyî’ pêk were. Gannûşî ji ber van daxuyaniyan roja Duşemê hate destgîrkirin.