Li Yemenê ji ber qerebalixa cejnê 78 kes mirin
Li bajarê Sanayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, di dema belavkirina alîkariyên diravî ya cejnê de ji ber qerebalixê 78 kesan mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Sanayê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, di dema belavkirina alîkariyên diravî ya cejnê de ji ber qerebalixê 78 kesan mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Serokê Desteya Nexweşxaneya Sewrê ya Sana ya di bin kontrola Hûsiyan de ye Mutahhîr Murşîd ji televizyona el-Mesirah re axivî û got ku karsazek li Sanayê di dema belavkirina alîkariyên diravî de qelebalix derket.
Murşîd ragihand ku di qelebalixê de 78 kes mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Sana Abdulhalik El-Acerî jî diyar kir ku, xebatên alîkariyê bêyî koordîneya bi Wezareta Karên Hundir re hatine kirin, ji ber vê yekê 2 karsaz hatine destgîrkirin.
Acerî destnîşan kir ku piştî ku hêzên ewlehiyê yên Sanayê çûn herêmê lêpirsîn hat destpêkirin.