Çînê dest avêt pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang diyar kir ku ew bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Fîlîstînî re axiviye û ji wan re ragihandiye ku Çîn amade ye lihevkirineke aştiyê ya li Rojhilata Navîn hêsan bike.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang diyar kir ku ew bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Fîlîstînî re axiviye û ji wan re ragihandiye ku Çîn amade ye lihevkirineke aştiyê ya li Rojhilata Navîn hêsan bike.
Ajansa dewletê ya Çînê Xînhûa ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Çînê Qîn Gang bi hempîşeyên xwe yên Îsraîl û Fîlîstînî re axiviye.
Axaftina bi telefonê ku bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen û Wezîrê Karên Derve yê Fîlîstînê Riyad El Malîkî hate kirin, di demeke welê de hate kirin ku Çîn li Rojhilata Navîn ji aliyê dîplomatîk ve xwe dide pêş.
Li gorî ajansa Xînhûayê, Qîn gotiye 'Çîn amade ye ku bi rola hêsanîkirinê rabe' û hempîşeyê xwe yê Îsraîlî ji bo 'avêtina gavan a bi armanca destpêkirina danûstandinan' teşwîq kiriye.
Li gorî heman nûçeyê, Wezîrê Karên Derve yê Çînê ji hempîşeyê xwe yê Fîlîstînî re jî gotiye, Çîn alîgirê wê ye ku di dema herî nêz de danûstandin jinûve destpê bikin.
Pêvajoya aştiyê ya Îsraîl-Fîlîstînê ji sala 2014'an ve rawestiya ye. Wezîrê Çînî ji herdu hempîşeyên xwe re got, Çîn alîgirê çareseriyeke bi du dewletan e.
Bi navbeynkariya Çînê, Erebistana Siûdî û Îranê meha Adarê li Pekînê peymanek mohr kiribûn. herdu welatan biryar dan ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên ji sala 2016'an û vir ve qut bûne, jinûve ava bikin.
Analîst şîroveya wê yekê dikin ku germbûna têkiliyên navbera herdu welatan a bi serkêşiya Çînê, nîşan dide ku qert wê li Rojhilata Navîn jinûve bêne belavkirin.