Li Sûdanê li gel bangên ji bo agirbestê şer dewam dike
Li Sûdanê şerê du generalan ê ji bo desthilatdariyê, li gel bangên ji bo agirbestê dewam dike. Li paytext Hartûmê di roja şeşan de jî bombe qetiyan, şer qewimî.
Li Sûdanê şerê du generalan ê ji bo desthilatdariyê, li gel bangên ji bo agirbestê dewam dike. Li paytext Hartûmê di roja şeşan de jî bombe qetiyan, şer qewimî.
Li Hartûmê ku nifûsa xwe zêdeyî 5 milyon kes e, malbat ji êrîşên hewayî û şerê li qadê direvin. Di şer de zêdeyî 270 sivîl hatin kuştin. Di rewşa heyî de şert bi giranî li Hartûmê û bajarê Darfûrê yê li rojavayê welêt diqewime.
Piştî aloziya bi hefteyan, aliyan di 15'ê Nîsanê de dest bi şer kirin. Welatê ku nifûsa xwe 45 milyon kes e, careke din kete nava kaoseke giran. Banga agirbestê li herdu aliyan hate kriin, lê belê bi cih nehate anîn.
Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Efrîka, Yekîtiya Ereb û rêxistinên cuda yên herêmî ji bo daxwaza agirbestê bikin ji nû ve li hev kom dibin. Bi taybetî hêvî heye ku În an Şemiyê beriya cejna Remezanê agirbest bê ragihandin.
Di navbera general Abdul Fettah El Bûrhan ku li ser desthilatdariyê ye û general Mûhammed Hamdan Daglo şerê ji do desthilatdariyê diqewime.
Li Sûdanê ji sê paran parek mirovên wê pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn heye. Rewş her nebaş dibe.