Li Ewropayê lêçûnên leşkerî di asta herî bilind de ne

Li gorî raporekê, lêçûnên leşkerî yên li Ewropayê yên sala 2022'an ji dawiya Şerê Sar û vir ve gihîştiye asta herî bilind. Lêçûn bi taybetî bi şerê Ûkraynayê re zêde bû.

Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), parzemîna Ewropayê di sala 2022'an de ji sedî 13 lêçûnên ji bo artêşan zêde kirin, ku ev rêje gihîştiye 480 milyar dolarî.

Lêçûnên leşkerî gihîşt asta lêçûnên sala 1989'an ên dema hilweşandina Dîwarê Berlînê. Tê payin ku ev meyl di nava deh salên bê de jî zêde bibe.

Dema ku li gorî hemû parzemînan bêne nirxandin, hingî tê dîtin ku lêçûnên leşkerî par gihîştiye asta herî bilind û bûye 2.240 milyar dolarî.

Ji nivîskarên hevpar ên raporê Nan Tîan got, "Ev yek ji dema bidawîbûna Şerê Sar û vir ve nehatiye dîtin."

Şerê Ûkraynayê weke yek ji sedema zêdebûna lêçûnên leşkerî tê nirxandin. her wiha li Asya Rojhilat jî zêdebûna rageşiya navbera Çîn, DYE û hevalbendên wê yên Asyayî weke sedemeke din a zêdebûna lêçûnên leşkerî tê nîşandan.

Ûkraynayê bi tena serê xwe lêçûnên leşkerî bi heft qatî zêde kir û ihand 44 milyar dolarî. Li gorî SIPRI, bi dehan milyar çekên ku ji derveyî welat hatine şandin di nava vê rêjeyê de nîne.

Li gorî texmînan lêçûna leşkerî ya Rûs jî jis edî 9.2 zêde bûye.

Lêçûnên leşkerî yên par ên di asta global de ji sedî 39 li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêk hat.

Bi rêjeya ji sedî 13'an Çînê di rêza duyemîn de cih girt.

Piştre jî Rûsya bi rêjeya ji sedî 3.9, Hindistan bi rêjeya ji sedî 3.6 û Erebistana Siûdî bi rêjeya 3.3 cihê xwe girtin.