Îranê Şahê Siûdî vexwend Tehranê

Wezareta Karên Derve ya Îranê, da xuyakirin ku Şahê Erebistana Siûdî, Selman bi fermî vexwendine Tehranê.

Berdevkekê Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku Serokkomarê Îranê, di ber vexwendina Riyadê de, vexwendnameyek ji Şahê Erebistana Siûdî re şandiye.

Li gor Tasnîmê ku ajanseke nîvfermî ya Îranê ye, şandeyên teknîkî yên her du welatan ji bo pêywendiyên dîplomatîk cardin bi awayekê fermî bên danîn, amadekariyan dikin. Rêveberiya Tehranê, da zanîn ku wê peywendî ji 9’ê Gulanê û pê de ji nû ve dest pê bibin.

WÊ BALYOZXANE CARDIN VEBIBIN

Berdevkê Wezareta Karên Derve Nasir Kenanî her wiha diyar kir ku bi peymana nû ku ji bo pêwendiyên Riyad û Tehranê li Pekînê hatiye îmzekirin, li hêviyê ne ku balyozxaneyên xwe ta bi 9’ê Gulanê vebikin.