Îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe
Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe.
Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe.
UNFPA’yê rapora salane ya têkildarî rewşa nifûsa cîhanê eşkerek kir. Li gorî UNFPA’yê îsal wê nifûsa Hindistanê bibe 1,4286 milyar kes. Ya Çînê jî wê bibe 1,4257 milyar kes.
Di rapora UNFPA’yê de tê texmînkirin ku îsal nifûsa cîhanê bibe 8.045 milyar kes.
Li gorî daneyên fermî nifûsa Çînê ya sala bor, ji zêdeyî 60 salan e û vir ve cara yekem kêm bû.
Têkildarî nifûsa Hindistanê daneyên fermî nayên dîtin. Lê serjimêriya herî dawî, sala 2011’an pêk hat. Hindistan ku her deh sala carekê serjimêriyê dike, sala 2021’an serjimêriya ku diviyabû were kirin ji ber şewba koronayê hate taloqkirin.
Pew Research Centre ku navenda fikirînê ya Emerîkayê ye, texmîn dike ku nifûsa Hindistanê ji sala 1950’an ve ku qeydên nifûsa NY’ê destpê kirine, ji 1 milyarê zêdetir bûye.