PE’yê yasaya li dijî bêdaristanbûnê erê kir
Piştî Çînê, hêza ku herî pir zerarê dide daristanên tropîkal, Yekitiya Ewropayê ye. Parlamentoya Ewropayê ji bo rê li ber bêdaristanbûnê bigire, yasayek qebûl kir.
Piştî Çînê, hêza ku herî pir zerarê dide daristanên tropîkal, Yekitiya Ewropayê ye. Parlamentoya Ewropayê ji bo rê li ber bêdaristanbûnê bigire, yasayek qebûl kir.
Li gor metina ji aliyê piraniya endamên Parlamentoya Ewropayê ve hat qebûlkirin, çîkolata, qehwe, êzing û kaûçûk ku wê li Yekitiya Ewropayê wê bên firotin, divê ji bêdaristanbûnê neyên. Armanca bi vê rêziknameyê, têkoşîna li dijî avhewayê û parastina curbicuriya biyolojîk e.
Sewalvanî, kakao, qehwe, rûnê xurmeyan, soya, êzing, kaûçûk, komira êzingan û berhemên kaxizî, piştî Çileya Pêşîn a sala 2020’an ji erdên bêdaristankirî hatibin, wê firotina wê ya Yekitiya Ewropayê qedexe bibe.
Li gor Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF), ji sedî 16’ê bêdaristanbûna kûreyî ya bi rêya stendina ji der ve ji YE’yê diqewime, piştî Çînê herî pir YE, daristanên tropîkal tune dike.
Greenpeaceyê got ku ev gava yekemîn e lê ne bes e.