Muxalîfên FARC'ê amade ne bi hikumetê re danûstandinan bikin!

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ên berê El Estado Mayor Central (EMC) bi mîtîngeke mezin ragihand ku ew amade ne bi hikumeta Gûtavo Petro ya çepgir re danûstandinan bikin.

Berdevkekî EMC-FARC li başûrê welêt di mîtîngekê de got, "Em ji tevahiya cîhanê re radigihînin ku delegeyên me wê di 16'ê Gulanê de bi hikumetê re li dora maseya diyalogê rûnên."

EMC ku koma çekdar a muxalîf a bingehîn a ji FARC'ê cuda bûye, peymana aştiyê ya dîrokî red kiribû ku di sala 2016'an de bi hikumetê re hatibû mohrkirin.

Di mîtîngê de ku li herêma San Vîcente del Cagûan a li bajarê Caqûeta hate lidarxistin, EMC-FARC'ê got, "Ew hêvî dikin ku maseya danûstandinan a fermî bê avakirin."

Di mîtîngê de ji pêşengên sereke yên rêxistina muxalîf Îvan Mordîsco jî amade bû ku hikumeta muxafazakar a beriya niha di sala 2022'an de îdîa kiribû ku ew kuştine.

Piraniya wan gundî bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Îvan Mordîsco got, "Em bi bawerî û hêviyekê tên ku nexşeyek ji bo bidawîkirina sedemên şerê li Kolombiyayê ava bikin."

Mordîsco got, "Maseya diyalogê wê çandeke siyasî ya nû ava bike ku gel bibe qehremanê bingehîn û FARC bibe garantor."

EMC ku xwe weke şopdarê rastî yê FARC'ê dibîne, mehên dawî çend komên mxualîf ên li herêmên cuda yên Kolombiyayê li nava 'Eniyê' li hev kom kiribû. EMC ku tê texmînkirin nêzî 3 hezar endamên xwe yên çekdar hene, li herêma Amazonê û sînorê Venezûelayê kar dike.

Mordîsco tevgerê weke parêzvanê bindestan, hawirdorê pênase dike û dibêje, "Serdest divê guh bidin gel û bersivê bidin pêwîstiyan."

PÊŞNIYARA 'BILA HEVDÎTIN LI NORWÊCÊ BÊ KIRIN' HATE KIRIN

Bi înîsiyatîfa Serokkomarê yekemîn ê çepgir ê Kolombiyayê Gûstavo Petro di 1'ê Sibatê de bi tevgerên gerîla û komên cuda yên çekdar re ji bo şeş mehan agirbest hatibû ragihandin.

Petro meha Adarê daxuyaniyek da û diayr kir ku ji ber êrîşên li ser sivîlan wan agirbesta bi kartela narkotîkê ya bingehîn Clan del Golfo betal kirine.

Agirbest bi muxalîfên FARC'ê re heta nihad ewam kir. EMC-FARC'ê pêşniyar kir ku diyalog li Norwêcê bê kirin. Ji fermandarên EMC'ê Danîlo Alvîzû got, "Ev yek pêşniyar e" û wiha dewam kir, "Bi hikumeta demokratîk re şert û mercên diyalogê ava bûne."

Di hevdîtina EMC a bi gel re, delegasyonek ji Komîseriya Aştiyê ya Bilind a hikumetê jî amade bû.